17 januari 2023

Li Swêd henek û mîzaha siyasî ne sûc e

 

Dozgerê(sawciyê)Stockholmê got li Swêd henek û mîzaha siyasî serbest e, ne sûc e.

Dozgerê Stockholmê Lucas Eriksson li ser bidardekirina peykerê Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beyan da got, ”protestoyeke wiha li gorî qanûnên Swêd ne sûc e, serbest e”, lema di heqê çalakiyê da lêkolîn neda destpêkirin.

Di 11ê mehê da(11/1-23) li Stockholmê gurûbeke çep dostê kurdan peykerê Serokê Tirkiyê  Erdogan li ber qesra belediya bajêr bi hesinê lampa kolanê ve bi darde kiribû.

Vê yekê li Tirkiyê olaneka mezin da, berdevkên Erdogan Swêd rexne kirin, medyaya Tirkiyê qiyamet rakir, serdana serokê meclîsa Swêd Andreas Norlén betal kirin.

Serokwezîrê Swêd Ulf Krîstersson û wezîrê karên derve Tobîas Bîllstrom çalakî şermezar kirin, xemgîniyên xwe anîn zimên, gotin ev provakasyoneke li dijî endametiya me ya NATOyê ye. Beyan û gotinên wan yê şelafan bûn, gelek swêdî pir aciz bûn.


Ji dêlî demokrasiya Swêd biparêzin heq dan reaqsîyonên Tirkiyê yên pir mezin. Serokwezîrê Swêd Krîstersson got, ”heger eynî tişt li hemberî me bihata kirin me yê jî eynî reaksîyon nîşan bida.”

Ev beyanên serokwezîr Ulf Krîstersson û yê wezîrê karên derve Tobîas Bîllstrom di medyayê da bûn sebebê reaksîyonên mezin, gelek giregirên siyasî, rojnamevanên bi nav û deng Krîstersson û Bîllstrom rexne kirin, xistin binê erdê, gotin siyaseteke wiha ciyê şermê ye, teslîmbûna dîktatorekî wek Erdogan e, firotina demokrasiya Swêd e.

Di dawiyê da him serokwezîr Krîstersson, him jî Bîllstrom çerx kirin, dev guhertin, gotin li welatê me qanûn û mahkime hene, ew çi biryarê bidin ew e, filan bîvan...
Lê rexneyên li hukûmetê nasekinin, di rojnameyan da her roj rexneyên giran li hukûmetê tên girtin.

Rexneyên li Erdogan û li şêla hukûmeta Swêd ya tirsonek her ku diçe berfirehtir dibe.

Nuha jî rojnameya çep Flammanê li ser karîkatorekî Erdogan kampanîyek, misabaqayek daye destpêkirin. Karîkatorê qezenc bike, bibe yê 1ê ewê bi 10 hezar kron were xelatkirin.

Yanî meriv kane bibêbe cepheye li dijî Recep Tayyip Erdogan û hukûmeta Swêd roj bi roj berfirehtir û rengîntir dibe. Nuha jî dora karîkatorê Erdogan e. 

Hela em binêrin Erdogan û berevkên wî li hemberî rojnameya Flammanê ewê çi bikin û çi bibêjin?

Belkî Tirkiye bixwaze hukûmet rojnameya Flammanê bigire û kesên berpirsiyar jî gişan têxin hefsê.

Tirkiye welatekî paşdemayî ye, dîktatoriyeke îslamî ye, ji demokrasiyê bêpar e, lema jî serokên Tirkiyê azadî û demokrasiya li Swêd, li Ewrûpayê heye fêm nakin, dixwazin Swêd jî bibe welatekî wek Tirkiyê. 

Li Tirkiyê demokrasî, edalet tuneye, mahkime ne azad û serbixwe ne, her tişt di bin emrê Erdogan da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE