17 januari 2023

Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo yekîtiya kurdan dîsa li Hewlêrê ye

 

Nûnerê Serokê Amerîkayê yê karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk do çû Kurdistana Başûr û bi serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ra civiya.

Ev demeke heyetên Amerîkayê li pey hev diherin Kurdistana Başûr û Rojava. Armanca van serdanan li başûr ji ortê rakirina du hukûmetan û yekkirina hêzên pêşmergeye.

Li Kurdistana Rojava jî yekkirina PYDê û ENKSê ye. Amerîka dixwaze li herdu beşên Kurdistanê jî kurd wek miletekî, wek hêzeke netewî hereket bikin. Lê serokên kurd bi israr dibêjin na, em yekîtiya xwe çênakin.

Di vir da helbet serok, partî giş bi qasî hev ne sûcdar in, sûcê hinekan zêde ye, yê hinekan jî kêm e. Lê ev yek netîcî naguhere, li herdu beşên Kurdistanê jî yekîtiyeke netewî tune ye.
Amerîka dibêje hêzên xwe bikin yek, pêşmergeyên xwe bikin yek, hukûmetên xwe bikin yek ji bo ku hûn bibin miletek û hêzeke netewî.

Lê PDK û YNK hin qal û qîlan dikin sebeb û hukûmetên xwe nakin yek, her yek dikana xwe, dera zeft kiriye îdare dike. Lê evê heta heta dom neke, Amerîka vê duserîtiyê hew qebûl dike.

Ev serdna Brett McGurk muhîm e, ez bawer dikim gotina dawî ji berpirsiyarên PDKê û YNKê ra dibêje. 

Berê jî Amerîkayê çend caran got em vê du serîtiya we qebûl nakin, heger hûn hukûmetên xwe, pêşmergeyên xwe nekin yek, emê alîkariya xwe ji ser we qut bikin.

Hêvî dikim ev cara dawî be, heger nebin yek  Amerîka alîkariya xwe qut bike û dev ji piştgiriya wan berde. Çimkî alîkariya bi vî rengî van herdu partiyan PDKê û YNKê xurt dike.
Serokên van herdu partiyan, herdu malbatan(Barzanî û Talabanî) ev 30 sal e mala kurdan şewitandin, kurd bêhêvîkirin, bi sedhezaran kurd bi çolan xistin. Şermeke pir mezin e Amerîka ji bo lihevhatinê têkeve nabêna wan. 

Herdu alî jî naxwazin dev ji kursiyên xwe yên malbatî û ji talanên dikin berdin. Zirara serokên PDKê û YNKê dane kurdan ji yên dijmin pir mezintir in. Heta kurd ji van xelas nebin yekîtiya wan pir zor e. Hêvî dikim Amerîka vê carê gotina dawî bibêje.


XXX

Serneketin ne ebedî ye, îro em bi ser neketibin ev nayê maneye emê sibe jî bi ser nekevin. Carnan meriv şeş caran bi ser nakeve, cara hefta bi ser dikeve.

Carnan serneketin ji ber rêberên xerab û nezan in. Lê ji bîr neke rêberên nemir tune ye.

 XXX

Li welatê me gelek tiştên meriv pê xemgîn dibe, ji ber kelogirî dibe diqewimin. Ne tenê çav, dil jî hêsiran dibarîne. Lê hêvî, bawerî tê hawara bêhêvîtiyê, ezmê micadelê xurt dike.

Di rojên wiha ken, hêhî derman e. Ya muhîm nesekine, ji bo azadiyê, serxwebûnê karekî bike.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE