16 januari 2023

RÛDAWê hevpeyvîna profesorê tirk çima rakir ?

Çend saet berê min di malpera RÛDAWê da li ser Kurdistana Rojava hevpeyvîneka bi profesorekî tirk ra xwend. Lê min tavilê kopî nekir, min got ezê dûra bikim. Lê Rûdawê hevpeyvîn rakiriye.

Navê profeorê hevpeyvîn pê ra hatibû kirin baş nayê bîra min, ez bawer dikim navê wî Prof. Huseyîn Bagcî bû. Lê baş nayê bîra min.

Hevpeyvîneke pir û pir muhîm bû. Nuha ew hevpeyvîn tune ye, Rûdawê rakiriye.

Diyar e tirk aciz bûn, gotin rake, Rûdawê jî rakir. Çimkî di hevpeyvînê da mêrik rastrest digot ”ji bo ku Kurdistan çê nebe Tirkiye li Spriyê ye.”

Wî profesorî digot tirsa Tirkiyê çêbûna Kurdistanê ye, heger Tirkyiye ji Beşer Esed û ji PYDê garantiya çênebûna Kurdistanê bigire mesele hel dibe, wê demê Tirkiye ewê ji Sûriyê derkeve. Jixwe Tirkiye nikane ji Sûriyê venekişe.

Lê sebebê matinaTirkiyê jî cidî ye, Tirkiye îhtîmala çêbûna Kurdistanê ji bona xwe talûke dibîne.

Erdogan jî hetanî nuha gelek caran ev dîtin dubare kir, got ewê nehêlin di ber pozêwan da Kurdistan çê bibe.

Li gorî gotina wî prfesorî, PYDê gotiye ew Kurdistanê naxwazin, lê Tirkiye garantiyên hîn cidîtir dixwaze. Ji bo Tirkiyê tiştê herî muhîm çênebûna Kurdistanê ye, dibê kurd nebin xwedî desthilat.

Her kurd zane sebebê vê herba mezin û dagirkeriya Efrînê, Serêkaniyê, Girê Sipî û êrîşên bênabên hemû ji bo çênebûna Kurdistanê ye.

Ji bo ku rê li ber avabûna Kurdistanê were girtin Tirkiyê ev herb derxist, Efrîn, Girê Sipî û Serêknaiyê daig kir û bi sedhezaran kurd bi çolan xistin.

Nuha Tirkiye bi xwe dibêje roja em garantiya çênebûna Kurdistanê ji Esed û ji kurdan bigirin emê ji Sûriyê vekişin û lihevhatin mimkûn dibe.

Kurdê hîn jî hevalên Erdogan in, kurdên hîn jî piştgiriyê didin AKPê wek Erdogan û Bahçelî ew jî li dijî azadiya miletê kurd in, ew jî li dijî çêbûna Kurdistanê ne.

NOT: Dema min ev nivîs nivîsî min hevpeyvîn nedît. Lê dûra lînka wê ji min ra şandin. Ev jî lînka nivîsê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE