16 januari 2023

Weşanxaneyek nifşê nuh ava bû

Keç û xortên dildarên zimanê xwe, weşanxaneyek bi navê "Pall Weşanê" ava bûye.
Weşanxaneyeke pir balkş e, ewê tiştên nuh bikin, ewê kitêban him fizîkî, him jî wek e-kitêb(yanî bi deng) biweşîne.
Berpirsên weşanxanê karekî pir hêja dane ber xwe. Ez Pall Weşanê pîroz dikim û ji berpirsên wê ra serketinê dixwazim.

Berdevkê Weşanxaneya Pallê gotiye, ”ev weşanxane ya nifşê nû ye. Bêhêvîtîya nifşê me heye, lê ew ê bişkê. Karê me jî dê li gor hewceyîyên vê rojê be.

Kitêb dê wek kitêbên bideng bêne weşandin. Êdî trendek e ku xelk guhdarîya kitêban dikin.

Halê dîjîtal yanî e-kitêb dê bêne weşandin. Peydakirina kitêbên çapkirî ji bo xelkê li dûr an Ewropayê zehmet e. E-kitab dê li her derê dinyayê berdest bin.”

Înan Eroglu di hevpeyvînê da li ser weşanxaneyê û karên ewê bikin tiştên balkêş dibêje. Hevpeyvîneke xweş e, bixwînin û Weşanxaneya Pallê hinekî nas bikin.

XXX

Hin siyasetmedarên me tu carî biaqil nabin, tu carî naxwazin dev ji delalî û reqlam siyasetmedarên tirk berdin.

Siyasetmedarên tirk yên bi salan wezîr bûn, delwlet îdare kirin, kurd serkut û perîşan kirin, qetlîam kirin, gişî ji bîr dikin, fena ku merivên pirr û pak bin.

Roja kesên bi salan wezîr bûn dibin mixalifê hukûmetê û li ser kurdan du gotinên demagojîk dikin, hin siyasetmedarên me tavilê jê ra dilîrînin û li çepikan dixin.

Siyasetmedarên bêhiş ji tarîxa xwe dersê nagirin, miletê xwe gêj û korfahm dikin.

XXX

Serneketin ne ebedî ye, îro em bi ser neketibin ev nayê maneye emê sibe jî bi ser nekevin. Carnan meriv şeş caran bi ser nakeve, cara hefta bi ser dikeve.

Carnan serneketin ji ber rêberên xerab û nezan in. Lê ji bîr neke rêberên nemir tune ye.

XXX

Li welatê me gelek tiştên meriv pê xemgîn dibe, ji ber kelogirî dibe diqewimin. Ne tenê çav, dil jî hêsiran dibarîne. Lê hêvî, bawerî tê hawara bêhêvîtiyê, ezmê micadelê xurt dike.

Di rojên wiha ken, hêhî derman e. Ya muhîm nesekine, ji bo azadiyê, serxwebûnê karekî bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE