15 januari 2023

Ka we yê balafirên F-16 nedana Tirkiyê ?

Serokê Amerîkayê Joe Bîden qebûl kiriye balafirên F-16 bifroşin Tirkiyê.

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê biryara firotina 40 balafirên F-16 şandiye ji komîteyên Kongreyê ra.

Piştî Serok qebûl kiribe Kongreyê jî qebûl bike. Kongre pêşniyara Serok û hukûmetê zû bi zû red nake.

Yanî bi îhtîmaleke mezin Kongreyê jî qebûl bike û ewê F-16an bidin Tirkiyê.

Yanî tiştê hetanî nuha Amerîkayê û NATOyê digot giş vir û demagojî bûye.

Xwedêgiravî ji Erdogan ra digotin heger hûn ji Rûsyayê S-400î bikirin em F-16an nadin we.

NATOyê gef li Erdogan dixwar, digot nabe hûn S-400an ji Rûsyayê bikirin. Em tiştekî wiha ebeden qebûl nakin, S-400 li dijî NATOyê ne.

Lê fort û zirtên Amerîkayê û NATOyê giş vir derketin, wa ye F-16an difroşin. Miheqeq Erdogan çend quriş zêde daye Amerîkayê.

Erdogan amerîkiyan û ewrûpiyan baş nas dike, zane giş tên kirîn. Mêrik wa ye kirî jî.
Lema jî Erdogan qet guh nade fort û zirtên wan, ji wan ra dibêje bikin leqleq hetanî zikê we diêşe, ez zanim û hûn ne ew kesên neyên kirîn. Ez kînga bixwazim ezê we bikirim û bi rastî dikire.

Mêrik hevaltiya xwe bi Pûtîn ra didomîne, delaliya wî dike, her hewcedariya Rûsyayê temîn dike, ambargoya Amerîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê red dike, fuzeyan ji Rûsyayê dikire û dîsa jî endamê NATOyê ye, dîsa jî balafirên F-16an ji Amerîkayê dikire.

Çimkî çexsîyet, xurûr bi serokên ewrûpî û amerîkî ra tune ye, yê neyê kirîn tune ye. Erdogan viya baş zane, lema jî filisekî xwe jî di wan û di gefên wan nade.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE