15 januari 2023

Ev dewran ewê ji te ra nemîne

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo Silhedîn Demirtaş gotiye, ”Demirtaş ewê nikanibe zû bi zû ji wir derkeve.”

Mêrik dewlet e, Demirtaş êsîr girtiye, dibêje hetanî ez li ser hukim bim ezê Demirtaş û kurdên min êsîr girtine bernedim.

Mêrik derewa nake, bi rastî jî bêyî emir û destûra wî ji bavê hakimekî zêdeye Demirtaş berde.

Mahkime giş ketine bin emrê wî, ew çi emrî bide wan, ew jî wiya bi cî dikin.

Seddam Husên jî wek vî zalimî pir bilind difiriya, dawiya dawî ew bi xwe ket qulikê û taliya wî pir xerab qediya, hakimê kurd ew şand dinya wî alî. Lema jî dibê meriv pir bilind nefire, hewqasî zalim û zulimkar nebe, hukmê îro kane zû ji dest meriv here

XXX

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser êrîşên Îranê û Tirkiyê gotiye, ”êrîşên Îranê û Tirkiyê nayê qebûlkirin.”

Vana gotinên pelapûçî ne, ma qey hûn pesnê êrîşan nadin, helbet hûnê qebûl nekin.

Lê Tirkiye û Îran bi gotinên wiha dev ji êrîşên xwe bernadin, dibê bivikê, tirsê bibînin.

Desthilanîn fereca xêrê ye, dibê Îraq lêxe. Yek li meriv xe meriv dest dibe xwe, meriv jî lêdixe. Mêranî bi xisar nabe, dest bibin xwe, bira serê we bişkê. Tirkan û farisan û hûn û kurd ji desthilanîn da xistine.

Îran û Tirkiye tim êrîş dikin, Kurdistanê bombebaran dikin, siwîlan dikujin, gundan wêran dikin. Ne Îraq, ne jî kurd bersîvê nadin êrîşkaran, tenê gazinan dikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE