Berê kalikên me, pîrikên me, bavên me, dayikên me wefat
dikirin, me xeberên wefatên wan dibihîst.
Lê ew dewran derbas bû, nuha dor hatiye nifşên me, êdî heval û dostên me rahmet
dikin, êdî em her roj xeberên wefatên wan dibihîzin.
Nuha min çer kompîtora xwe vekir, min xebera wefta dostê min ê hêja Eyûb Onen dît.
Li Stenbolê wefat kiriye. Eyûb ji Wêranşarê dostekî minê hêja bû.
Eyûb merivekî zarşîrîn û xweşsohbet bû, ji min pir hez dikir, lema jî carnan bela xwe di min dida. Xwezî min bikanîbûya têketama bin darbesta wî, çengek ax bavîta ser gorra wî.
Lê ez li dûr im, nikanim herim. Rahma Xwedê lê be, gorra wî bihuşt be. Serê zarokên wî sax be, Xwedê sebrê bide wan.
Hêdî hêdî em kêm dibin, jiyanek ebedî tune ye, zû dereng emê gişên têkevin bi axa sar…
Not:
Çend rismên me bi hev ra hebûn, ez lê geriyam min nedît.
Eyûp Onen ne ji malbata Fûat Onen e, ne merivên hev in, tenê paşnavên wan yek e.
Çend rismên me bi hev ra hebûn, ez lê geriyam min nedît.
Eyûp Onen ne ji malbata Fûat Onen e, ne merivên hev in, tenê paşnavên wan yek e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar