13 januari 2023

Swêd ketiye feqa Erdogan

Du roj berê(11/1)li Stockholmê li ber Qesra Belediyê şiklekî paçîn(bûk)yê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serserî bi hesinê lampeyeke kolanê ve bi darda kiribûn.

Di rojnameyên Swêd da gotin komîteyeke swêdiyên piştgiriya Kurdistana Rojava dikin ev tişt kiriye. Rojnameya Expresenê bi kesê bûk çêkiribû û bi darda kiribû ra peyivî. 

Komîteya piştgiriya Kurdistana Rojava di twîttê da gotiye:
"Tarîx nîşan dide taliya gelek dîktatoran çawa diqede. Erdogan, heger tu naxwazî rojekê li Meydana Taksîmê wek Benîto Mûssolînî werî bi dardekirin nuha îstîfa bike."

Berdevkên Erdogan, medyaya tirk, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu bi vê protestoyê har bûn, qiyamet rakirin, gotin dibê sûcdar tavilê werin girtin û ceza bibin.

Serokê Meclîsa Swêd ewê roja sêşemiyê bûçûya Tirkiyê îptal kirin, gotin neyê.

Berpirsiyarên Swêd feqîran ji tirsa biziyan e, beyanê li ser beyanê didin, xemgîniya xwe tînin zimên, bi gotinên pir giran bûyerê şermezar dikin, lê Erdogan û zilamên wî aş nabin.

Swêdîyên feqîr ketine feqeke xerab, nizanin ewê çawa jê xelas bibin. Protestoyên wiha li Swêd ne sûc e, lê tirk fêm nakin, dibêjin gerek hûn destûrê nedin kes Erdogan rexne bike. 

Yanî mesela endametiya Swêd ya NATOyê ma bihareke din, bi vê tirsonekiyê û teslîmîyetê Swêd nikane Erdogan razî bike. Dibê Swêd bibe Tirkiye, tirştê Erdogan dixwaze ev e, ev jî ne mimkûn e.

Erdogan fêm kiriye berpirsiyarên Swêd çi reben in, lema jî ji kola wan danayê, ewê wan hîn pir rezîl bike. Swêd çi tawîze bide, çi daxwazê qebûl bike, ewê hinekî din bixwazin, yanî dawiya daxwazên Erdogan nayê.

XXX
Li Tirkiyê hilbijartin nêz dibin, siyasetmedarên tirk ji bo xapandinê bi hin gotinên vala dilê kurdan xweş dikin.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu gotiye, heger ew werin ser hukim ewê girîngiyê bidin kurdî, filan û bîvan…

Davutoglu li ser kurdî gelek demagojî kiriye, lê negotiye em werin ser hukim emê kurdî bikin zimanê perwerdê, wek tirkî bikin zimanê resmî.

Tu siyasetmedar û serokê tirk viya nabêje, giş qala derse bijare dikin. Mêrik di vî karî da luht bûye. Rût e karê wî fen û fût e.

Hetanî nuha tim bi demagojiyên vala karê xwe meşandine, mêrik hîn jî wê siyasetê dimeşîne. Efendî jîr e, hesabdar bi hesabê xwe zane.

Heger ne vir e bira bibêje emê kurdî bikin zimanê resmî û perwerdeyê, kurd ewê bi zimanê xe bixwînin. Viya nabêje, bi demagojiyê dilê kurdan xweş dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE