13 januari 2023

Çepên tirk tahma devê xwe xweş dikin

Çepên tirk ji nuha da nenûkên xwe di hev didin, tahma devê xwe xeş dikin, dua dikin, dibêjin şalê maşalê HDP were girtin û em li ser sifra hazir rûnin, çend çepên rût bi rayên kurdan bibin parlamenter.

Mêrikan hetanî nuha gelek caran bi vê riyê li kola kurdan siwar bûne û bûne parlamenter. Û di roja herî teng da jî bi kurdan ra nemişiyan e. 

Berdevka Partiya Karkerên Tirkiyê(TÎPê)Sera Kadigîl xanimê gotiye, ”heger HDP were girtin, TÎP û EMEP çi bikeve ser milê wan ewê bikin.”

Yanî xanim dibêje heger HDPê bigrin bira kurd rayên xwe bidin me, em hazir in li ser navê kurdan bibin parlamenter.
 
Helbet hûn hazir in, ma kî naxwaze bibe parlamenter û hetanî mirinê xwedî meaş. 

Kurdan hetanî nuha gelek caran şaşiyên wiha kirin, çepên nikanîbûn bibin muxtarê taxa xwe kirin parlamenter. 

Dibê kurd careke din şaşiyeke wiha nekin, rayekê jî nedin tirkan, çepên tirk û partiyên tirk. 
Meriv ne dîn be tirkan, çepên tirk nake nûnerên xwe. 

Heger HDP girtin(wer xuya ye ewê bigrin lê Erdogan hîn biryar nedya) dibê dev ji meclîsa tirkan berdin. 

Çûna wê meclîsê tu fêdeyekê nade kurdan, dibê meriv li alternatîfeke din bigere. 

Dibê kurd muhaseba meclîsê bikin, bi meclîsê çi kar kirin, çi bi dest xistin?
Kurd dibê êdî partiya Tirkiyê red bikin, wek kurd, wek partiyên kurd û Kurdistanî derkevin hemberî tirkan û dewleta wan.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE