12 januari 2023

Qundûz wek gur heywanekî pir edxem e

 

Qundûz heywanekî pir edxem e, pir bi zirar e. Neyarê darên herî mezin û herî saxlem e.

Bi swêdî jê ra dibêjin ”bäver”, bi îngilîzî dibêjin ”beaver” bi kurmancî jê ra dibêjin qundûz û ya jî seyê avê. Bi rastî jî heywanekî pir edxem e.

Li daristanê li ku derê dareka herî mezin, herî saxlem hebe dihere wê darê dikurisîne û dixîne.

Îro ez, xanim û lawikê me Rojan em çûn bîstekê li dora gola me û di nav daristanê da geriyan.

Me bala xwe dayê zalimo dareka tu dibê ecêb wergerandibû û yeka din jî heta nîvî xeritandindibû, ew jî li ber ketinê bû. Hetanî du sê rojan ewê wê jî bixîne.



Li vê daristana me belkî 20 darên wiha mezin wergerandine, giş jî darên herî mezin û herî saxlem in.

Heywanekî pir edxem e, eynî wek gur bi zirar e. Gur jî dema bi keriyekî dikeve pezekê tenê nakuje, kerî gişî dikuje. Ev jî darên ketine, gulî û şaxên li erdê nabe, li ku derê dareka herî mezin hebe dihere wê darê dixîne.

Bi sedan dar li erdê hene, darên ziravik û biçûk hene, ev heywanê pîs wan daran nabe, dara herî mezin werdigerîne. Heqî însan qira wî bînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE