12 januari 2023

Li ser dereweke bi boçik

Hin kes dibêjin xwedêgiravî Prof. DR. Celal Şengur gotiye, ”li dinyayê çiqas ziman hene kurdî maka/dayika hemûyan e.”

Yanî ziman hemû ji kurdî sadir bûne, kurdî maka hemû zimanan e.

Hin kes jî ji vê derewa bi boçik bawer dikin û di medyaya sosyal da wê belav dikin.

Prof. Şengur bi rastî jî tiştekî wiha gotiye ya na ez nizanim.

Profesorek dibê peyveke hewqasî berradayî neke. Ziman hemû ji kurdî sadir nebûne, kurdî ne maka/dayika her zimanî ye.

Li dinyayê tu zimanek ne dayika hemû zimanan e.

Heger wek profesorekî Celal Şengur bi rastî jî tiştekî wiha gotibe ya henekê xwe bi kurdan kiriye, ya jî ne merivekî temam e.
Prof. Celal Şengur di vîdeoyekê da li dijî înkarkirina hebûna kurdan û kurdî derdikve, dibêje ”kurd jî hene, kurdî jî heye. Înkarkirina vê ne karê aqil e.”

Prof. Celal Şengur di vê axaftina xwe da nabêje ”kurdî maka hemû zimanan” e, dibêje kurd hene, kurdî heye.”
Di vê gotinê da tu hîkmetekî mezin tune ye. Helbet kurd hene, kurdî heye.

Lê hinek rabûne dibêjin, ”Şengur gotiye kurdî maka, dayika hemû zimanan e”.
Şengur di wê vîdeoyê da tiştekî wiha nabêje. Dibêje înkarkirina hebûne kurdî ne rast e.

Lê negotiye zimanê kurdî maka hemû zimanên dinyayê ye.
Kes tam nizane li dinyayê çend ziman hene. Lê bi texmînî dibêjin li dinyayê di nabêna 6000-7000 hezar ziman hene.

Piraniya van zimanan li Asyayê û Afrîkayê tê peyivîn. Çend gurûbên zimanan hene. Kurdî ji malbata zimanên Hindoeuropî ye.

Pan-tirkîstan demakê tiştên wiha berradayî parastin, gotin tirkî maka hemû zimanan e, zimanên dinyayê giş ji tirkî sadir bûne. Helbet tu bingeheke îdîayên wiha tune ye, vana gotinên merivên cahil û berradayî ne.

Hin ziman nêzî hev in, ji malbatekê ne, ev rast e. Jixwe fîlologan û lînuîstan ziman li gorî malbatan tasnîf kirine. Lê kes nabêje filan ziman maka hemû zimanên dinyayê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE