11 januari 2023

Îro ji min ra xerab hat

Problema min û diranan berdewam e. Îro dîsa çûm ser tuxtora diranan. Proteza min pudiyên min diêşîne. Ev çend car in eyar dikin lê baş nabe, nikanim bi kar bînim. Bê protez jî kox im, ne xweş e.

Xanima tuxtor got puduyê te yê jêr zeîf bûye, daketiye, protez êdî lê nayê. Çend rojên din jî biceribîne, heger nebû dibê em ji te ra protezeka nuh çêkin.

Qey ev jî lotoya min e. Ez bawer dikim ji mecbûrî ezê yeka nuh bidim çêkirin.

Dema ez li ser kursiya tuxtor dirêjkirêbûm di neynika miayenê da min ferq kir çavê minê rastê çûye kortê, li gorî çavê çepê biçûk bûye. Berê jî min his kiribû lê îro min baş dît.

Min ji xanimê ra got ev îşareta korbûnê ye. Av bi ber dilê min reşand, got na lo, metirse, înşela tişt nabe.

Ez bi çavê rastê kêmtir dibînim, yanî roniya wî jî ji yê çepê kêmtir e.
Ezê herim ser tuxtorê çava, hela ka ji min ra çi dibêje…
Hêvî dikim nebim korê bi çavekî…

Ji ber ku dinya tarî bûbû min got ezê bi otobozê herim mal. Min bala xwe dayê otoboz li ber rawestgehê sekinîye. Ji bo ez bigihîjimê min baz da. Numra ji para li ser a otoboza min bû. Kêfa min hat, min got çi baş e, min qet nepa.

Ez ketim dorê û li otoboza xwe siwar hatim. Otoboz bi rêket, piştî hinekî çû, navê rawestgehek xerîb got. Min fêm kir ez li otoboza şaş siwar bûme.

Berî bi rêketinê şufêr numre guhertibû, bûbû ya xeteke din. Ez pê hay nebûm.

Ez li rawestgeha sisiya daketim û di wê şeva tarî da bi peyatî çûm mal. Nîv saetê meşiyam. Çentê min jî giran bû, min hin tişt mişt kirîbûn.

Dema gihîştim mal di xwîdanê da mabûm.
Yanî îro ne roja min bû, him proteza min çê nebû, him jî li otoboza şaş siwar hatim, min riya xwe dirêj kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE