11 januari 2023

Îro mij û baran e

Vêsê li Stockholmê hewa qet ne xweş e, ximîna baranê ye, guve guva bê ye. Gurrîna tavan û şîrqîna burûskan e.

Ez di hundurê germ da me şil nambim. Îro roja dibê meriv ji mala xwe derneyê.

Lê piştî danê nîvro ezê herim ser tuxtorê diranan, hêvî dikim heta wê çaxê dom neke.

Li kurdên di çandiran da ne difikirim. Gelo nuha ew di çi halî da ne?

Dikevim xem û xeyalan, dilê min dişewite.

Di rojên wiha da meriv qîmeta şemedan û ebê fêm dike.
Min digot ezê bi meş herim ser tuxtorê xwe yê dirana, lê hewa gelkî xerab e, meriv di ber bê dihere. Di hewa wiha da nîv saet meş zor e, ezê bi otobozê herim. Jixwe îro em neçûn nemeşiyan jî. 

XXX
Siyasetmedarên me hinekî korfahm in, ne ji tarîx û serpêhatiyên pêşiyên xwe, ne jî ji yên xwe tu carî dersê nagirin. Dev ji siyasetmedarekî tirk berdin, didin dû yekî din.

Gotin Suleyman Demîrel xerab e, dan dû Bulent Ecevit.

Gotin Bulent Ulusu xerab e, dan dû Turgut Ozal.

Gotin Yildirim Akbulut, Mesûd Yilmaz xerab in, dan dû Tansu Çillerê.

Dûra Necmedîn Erbakan û Abdullah Gul ceribandin. Gotin ew jî xerab in, dan dû Recep Tayyip Erdogan.

Nuha jî dibêjin Erogan xerab e, dibê em yekî ji wî baştir bibînin, li yekî din digerin.

Birayên delal, giş segên ser kormekê ne, navê wan, navê partiyên wan cihê bin jî giş neyarên me ne. Boz bifilite ji reş xerabtir e, reş bifilite ji boz xerabtir e.

 

XXX
Fîncanek qahwe

Pêşiyên me ji qahwê pir hez kirine, lema jî 40 sal dane xatirê fîncanek qahwe.

Meriv gava bîra hevalekî xwe dike, dibêje hela were fîncanek qahwa min vexwe, em bîstekê ji xwe ra bikin galgal.

Hûn zanin kînga qahwe pir xweş e?

Ez we nizanim, lê ez ya xwe bibêjim.

Dema ez qawê çêdikim û bîna wê tê pozê min. Û dema ez westiyayî ji meşê têm û xwe bera ser dîwanê didim û firrekê li qahwa li ber xwe dixim, a wê çaxê qahwe bi min dibe wek gezo.

Lê qahwa bi hevalan ra, bi hezkiriyan ra jî pir xweş e, lema gotine 40 sal xatirê wê heye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE