Min û xanimê ji betalî sohbet dikir, me qala şîva êvarî dikir, ji nişka ve lêkera "peçandinê" hat bîra min.
Min ji xanimê jî pirsîwê jî tesdîq kir, got erê meriv tiştê hişk û hûr dipeçîne.
Li ba me(li Wêranşarê) lêkerek bi navê ”peçandin”ê heye. Meriv dema
xurekên hûr û hişk, wek birincê, kuncî, dan û tiştên wiha hinekî davêje devê
xwe, dixwe, em dibêjin, ”ez dipeçînim.”
Min ji xwe ra hinek kuncî peçand.
Dema pîrekan riz dikutan carnan di ber ra dipeçandin, yanî
çend heb davêtin ji devê xwe da, dixwarin.
Mesela dibêjin ew çi ye tu dipeçîne?
-Hinek riz e dipeçînim.
.Min hinek kuncî peçand, pê zikê xwe têr kir.
Têkiliya peçandinê bi lêkera pêçanê tune ye, pêçan, pêçandin
tiştekî din
Pêçan û "PEÇENDIN" du lêkerên/fiîêlên cihê ne. Meriv cixarê dipêçe, lê birinca hişk dipeçîne. Ez cixarê dipêçim, hinek kuncî dipeçînim. Yanî dixum.
Ez bawer dikim meriv kane ji ”peçandinê” ra bibêje
"atiştirmak".
Min ji xwe ra hinek hûrik mûrikên binê sifrê û çengek kuncî peçand.
Em ji bo nanê nerm, ya jî xwarinê(şîvê) nabêjin peçandin. Ji bo tiştên hişk û
hûr, birinc, dan, bulxur, nanê hişk, kuncî û hwd.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar