Ez ne merivekî xewar im, sibehan zû radibim. Lê vêsê min dilê xwe li xewa şîrîn rehet kir, min miradiya xwe pê kir; ez heta saet 09.00a raketim.
Ez di hefta da şiyar bûm, lê min dît ezî westiyayî me, min
qultek ava ber serê xwe vexwar û dîsa raketim.
Xebata derengê şevê û xewa sibê xweş e.
Lê ev jî heye, gava meriv zêde rakeve xewnên tewşomewşo dibîne.
Esas xewa zêde, xwarina zêde û galgalên zêde ne baş e,
hindik û rindikê her tiştî baştir e.
XXX
Ava neherike, di kortekê zêde bimîne genî dibe, bîneke pir ne
xweş jê didefe.
Însanên demeke dûr û dirêj bindest bimînin, bi zimanekî
xerîb bixwînin zimanê xwe ji bîr dikin, zimanê wan dibe wek gêrmiya gavanan.
Di medyaya sosyal da meriv dibîne kurmancîya hin nivîskaran
çawa bûye zimanê etarên rişmilî. Twîtteke wan ne rast e, lê belkî bi dehan
roman nivîsîne.
Heta em bindest bin zû dereng ev trajedî qedera me gişa ye.
XXX
Ev bîsteteke li sitranên dengbêjiyê, li Mesûdê Cizîrî, Remezanê Silopî, Aryanê
Serhedî, Seyidxanê Boyaxcî gudarî dikim.
Ez çiqasî gudarî dikim jê têr nabim, bêtir mest dibim,
Dengbêjî taca serê serê miletê kurd e, nehmetekî bêemsal e.
Asîmîlasyona kurdan mirina dengbêjiyê ye. Kurdayetiya
bêdengbêjî qurişekî jî nake, wek guleke lastîk e.
XXX
Îro li Stockholma xopan mij û dûman bû, me bi zor ber xwe didît.
Jiyan jî carnan dişibe hewa bi mij û dûman, meriv pêş xwe
baş nabîne, dilikume, dikeve, radibe. Dûra riya xwe dom dike.
Lê ji alîkî da jî mij baş e, meriv qilêrê, toz û tebarê û pîsiyên der û dorê nabîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar