09 januari 2023

Faşîstên tirk jî êdî dibêjin dewlet ketiye destê mafya yê

Serokê Komeleyên Ulkucuyan yê berê Alaattîn Aldmîr gazin ji teror û cînayetên hevalên xwe kiriye, gotiye ”dewlet ketiye destê mafya yê*.”

Alaattîn Aldemîr hevalên xwe baş nas dike, rast gotiye, bi rastî jî dewlet ji zûda ye serapê ketiye destê Mafyayê.

Gorra we ji kurdan ra kola nuha hûn bi xwe dikevinê. Wahşê we ji bo kurdan çêkir nuha we dixwe.


Sebebê Tirkiye bûye dewleteke mafya neyartiya kurda ye, we ji bo kuştina kurdan dewlet xist destê mafya yê, nuha jî hûn gazinan dikin.

Piştî kuştina Sînan Ateşê ulkucî, tirs û xofeke mezin ketiye dilê faşîstên MHPê, çeteyên Gurên Boz gişan. Êdî ew jî ji ruhê xwe ditirsin, dibêjên sibe ewê dor were me jî.

Neyarên kurdan digotin belkî mafya faşîst ewê kurdan tenê bikujin, wan qet texmîn nedikir ewê jî werin kuştin.

Neyartiya kurdan Tirkiye kiriye dewleteke mafya, êdî serokên ulkucuyan jî vê rastiyê qebûl dikin.

* Hevpeyvîna bi Alaattîn Aldemîr ra di malpera "bianet"ê da heye

XXX

Pêşiyên me tam di çaviyê da lêxistine, gotine "dostê kûçik tajî ye".

Bala xwe bidin der û dora xwe, çiqas dîktator, zalim, çete hene wek kûçik û tajî ew jî dost û hevalên hev in, alîkariya hev dikin, şûrê hev dişînin; nabêna xwe tu carî bi hev ra xera nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE