08 januari 2023

Ereban Kurdistan ji kurdan girtine !

Serokên kurdan Kurdistan kirine welatekî ereban haya kurdan jê tune ye.
Ereban beşekî Kurdistanê bi zor ji kurdan sitendin. Beşê mayî jî bi koça erebên birçî girtine. Kurdistan kirine Mûsil.

Li hin taxên Hewlêrê û li gelek herêmên Kurdistanê êdî ereb di piraniyê da ne, yanî mêrikan bi koça erebên birçî demografiya Kurdistanê guhertine. Êdî ne hewceyî şer û dagirkirinê ye, mêrikan bi rehetî Kurdistan girtine.

Lê ev koçeke bi pilan e, Daîş, Îraq, Îran û Tirkiye li pişt vê erebkirina Kurdistanê ne. Ew ereban dişînin Kurdistanê. Kurd ji kurdistanê direvin, ereb koçî Kurdistanê dikin.

Kurdistan ne welatekî pêşketî ye, bi hezaran fabrîqe li Kurdistanê tunene, çima ereb ji Îraqê koçî Kurdistanê dikin?

Di vir da hesabek, pîlanek heye. Li gorî vê îstatîstîkên Rûdawê Kurdistan ji dest kurdan derketiye, bûye welatekî ereb. Nava Hewlêrê jî wiha ye.

Serokên kurdan beşekî Kurdistanê dan Îraqê û Tirkiyê, beşê di destê wan da maye jî bi riya koçê didin ereban.
Çavê kurdan ronî be. Serokên kurdan Kurdistan belaş, bê şer dan ereban.

Heger kurd dixwazin Kurdistan bimîne dibê ji van serokan xelas bibin, dibê van seroakn ji ser hukim biqewitînin.

Ereban di nav 5-6 salan da Kurdistan ji kurdan girtine haya wa ji wan tune, serokên wan meşxûlî bêrîkên xwe tije bikin.

Ereb li ber çavên wan Kurdistanê dagir dikin û ew jî lê temaşe dikin.

Ukranî ji bo bajarekî welatê xwe bi Rûsyayê ra şer dikin, bi hezaran xwe didin kuştin, serokên me na bi sedhezaran erebên başewala û birçî li Kurdistanê kom dikin, ji bo ku Kurdistanê ji kurdan bistînin.

Tirk bi darê zorê ereban li Efrînê, li Serê Kaniyê û li Kurdistana Bakur bi cî û war dikin, serokên Kurdistana Başûr Kurdistanê bêşer diyarî ereban dikin.

Anketên Rûdawê nîşan didin demografiya Kurdistanê hatiye guhertin, Kurdistan bûye welatê ereban.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE