08 januari 2023

Erdogan kursiya xwe bi rehetî nade

Li Tirkiyê minaqaşeyên li ser hilbijartinan geş bûye. Kes nizane pilana Erdogan çi ye, di hilbijartinan da ewê çi dek û dolabê bigerîne?

Erdogan kursîya xwe bi rehetî, bi hilbijartinan nade kesî, ewê dîsa hokus pokusekê bike û li ser kursiya xwe bimîne. Hesabdar hesabê xwe zana, mêrik zane ewê çi bike.

Tiştê mêrik hetanî nuha kiriye elîf û bê ye, ya pir hîn li pê ye.
Yanî tiştê we hetanî nuha dîtiye tenê nîna ye, tirnîna hîn ma ye. 
HDP û partiyên din dibê wek nûnerên miletê kurd li meydanê bin, ne wek partiyênTirkiyê.

XXX

Jiyan êdî ji bo her kurdî pir ne xweş bûye, nayê kişandin, bûye îşkence. Li welêt, li Ewrûpayê zêde ferq nake, li her derê destê dijminê dagirker di gewriya her kurdê bi xîret û bi şeref da ye.

Êdî însan li Ewrûpayê jî bi serbestî newêrin bibêjin ez kurd im !
Li Fransayê kurd di nav tirs û xofeke mezin da ne. Wê rojê sê kurd kuştin. Qatil fransizekî irqçî ye, lê bi baweriya min Tirkiye li pişt e, tiliya Tirkiyê têda heye.
Çima di nav hewqas xerîb, dikan û cî da çû mekanên kurdan hilbijart û kurd kuştin ?
Li Swêd kurdên di meclîsê da ne newêrin dengê xwe bikin, newêrin neheqîya li kurdan dibe rexne bikin.

Dibê em miheqeq ji bin vî zîletê xelas bibin.

XXX

Dinya rindik bû, emir hindik bû. Me hew dît xortaniyê ji me xatir xwst, gelkî bi dûr ket.

Kalîtîyê silava da me û xwe bi me ve zeliqand.

Ez ji kalîtiyê ne aciz im, lê derdê wê pir in,nayê kişandin, rojê gelşekê çêdike. Tu wê çareser dikî, yeka din îcad dike.

Xortanî tu pir zû çû.

XXX

Go gayê soro min tu bifrota, min eyb û udrên te giş bigota.

Eyb û udrên gayê sor pir in, bi jimar nayên, lê nayên gotin.

Her mange tê dotin, her gotin nayê gotin. Ev yek jî meriv merezarî dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE