07 januari 2023

Îro roja me hinekî bi macere derbas bû

Bîstek berê, di vê sar û sermayê û berfê da em çûn li dora 7 km meşiyan. Ji şansê me yê xerab ra rê venedabûn, meş zor bû. Di vegerê da dest pê kirin.

Bi rê da min ji xanimê ra got li xwe miqate be, tu neşemite, erd şematok e.
Got ezê hêdî dimeşim.
Ez li pêş, ew li dû min, em hinekî meşiyan. Min hew dît got ”ay” !
Ez doş bûm, min bala xwe dayê li erdê vezeliya ye. Min got şalê tu zêde neêşîya?

Got ez bi ser destê xwe yê çepê da ketim, hinekî êşî ya. Bi zor hêzî ser xe kir, êdî wek pisika dimeşiya…
Me bi halekî xerab meşa xwe qedand û bi zor xwe gîhand mal.
Cergî em hatine pile pila wê ye, wer qirpika destê xwe yê çepê miz dide.
Min got xanim, madem tu ket, te xwe êşand, te îro pasta heq kiriye.
Min bi lez qahwa xwe da ser û ev pasta bi zahferan çêkir û da ber.
Jixwe dilê min jî dibijiyayê, ji zûda bû min paste çênekiribû. Min ketina wê kir mahne. Xêra ketina wê min devê xe şîrîn kir.
Dema meriv ji meşê tê, meriv westiyayî ye, qahwe pir xweş e. Lê dema pasta, ya jî pêxwrinek şîrîn li ber hebe xweştir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE