07 januari 2023

Ji Celîlê Celîl ra nameyên 40 sal berê

Di destpêka 1980î da dema me li Stockholmê rojnameya Armancê derdixist. Ji me ra ji xwendevanan, ji nas û dostan gelek nivîs û name dihatin.

Ez di redaksiyona Armancê da bûm û gelekê caran min bersîva nameyan dida. Ji nivîs û nameyên wê demê hinek hîn di arşîva min da mane.

Di nabêna salaên 1983-1984a da min û kekê Celîlê Celîl jî çend nameyên şexsî ji hev ra nivîsîn.


Wê rojê ez ji wan rastî 3 nameyan hatim. Belkî hinekên din jî hebin. Lawkê min ew ji min ra scan kirin lê neket serê min. Ji bo ku xweştir werin xwendin min ew nivîsîn.

Di ser nameya ewilî ra 40 sal derbas bûye, 40 sal umreke. Min got hûn jî wan bixwînin û atmosfera wê demê hinekî tenefus bikin.


Di arşîva min da bimînin ewê wenda bibin, werin avêtin. Bi vî hawayê weşandinê ewê ji wendabûnê xelas bibin, nemir bibin.

Ez wan ne yek bi yek, gişan bi hev ra belav dikim. Hêvî dikim bi dilê we be.
Çend nameyên wî jî li ba min hene, ez wan naweşînim.

XXX

Ji Celîlê Celîl ra

XXX
1983-09-22

Mamostê delal, hogirê hêja!
Nameya te ya şîrîn û giranbiha min do girt. Tu bawer bike ez dijwariya bêjan dikşînim ji bo ku kêfxweşiya xwe ji te ra binivîsînim. Ger min kokima diya xwe(ez ji wê wek ronaiya çavên xwe hez dikim)ev serê çar salan e di xewnên şevan da jî nedîye bidîta ezê ji vê bêtir kêfxweş nebûma.
Mamosteyê hêja!
Piştî min name ji te ra şand her roj çavê min li riya nameya te bû. Her cara posta min dihat ez li nav li nama te digeriyam. Dawiya dawî ew roj hat û hêvîya min bi rast gerîya.
Min nameya te du caran xwend û dûra jî li nivîsên din mêze kir. Tiştên te şandine bi rastî jî gelkî xweş in. Ji bo Hêlînê wek dermanê çavên kul in.
Min tavilê rê Mûrad(Mûrad Ciwan)û Malmîsanij dan. Ew jî pê kêfxweş bûn. Ewên yek bi yek di Hêlînê da bên weşandin.
Lê ew pirtûka(kitêba)te qal kiriye û di heqê wê da te nameyek ji zarokên kurd ra nivîsîye hîn neketiye destê me. Dema têkeve destê me emê him di Armancê da, him jî di Hêlînê da bidin naskirin. Ji bo vê yekê dibê tu bêqesawet bî.
Te gotiye bêyî hejmarek Hêlînê û Armanc jî ji jimara 38a û vir da tu tişt neketiye destê min.
Min ji hevalan pirsî, dibêjin me jimar hemû jê ra şandine. Jixwe di kartotekstê da jî xuya dibe şandine. Ez bawer dikim navnîşan çewt nivîsînî. Lê belê ne xem e, ez bi vê nama xwe ra hemû weşanên derketine(Armanc û Hêlîn jî di nav da)ji te ra dişînim. Hêvî dikim vê carê bigihîjin destê te.
Te gotiye Armanc dertê ya na?
Armanc jiyana xwe dide domandin, mehê carê dertê. Hêlîn jî mehê carê dertê.
Me nuha kompîtorek(makîna nivîsê bi meju)kirîye. Ewê ji îro pêda weşanên me hîn baştir derên.
Wek te di nama xwe da nivîsîye, tu dixwazî nivîsekê li ser dîroka kurdan a sedsala 19a û 20a ji Armancê ra binivîsîne.
Ev pirs wek meriv ji mîvên ra bibêje, ”mîvano ma tu yê şîvê bixwî, ya jî ji pîrê ra bibêjî, pîrê, ma tu dixwazî mêr bikî?”
Ez heyran, ma em çawa naxwazin !
Û bes ne ew tenê, em hîn gelek tiştên din jî dixwazin. Ger ji me bê em tûrê te ji bin da vala bikin.
Ev yek daxwaza gelê me ye. Vî gelî hatanî îro gelek tişt daye me, lê me çi dayê?
Ya din jî me çapxaneyek bi navê ”Çapxana Hêlîn” daniye, em kanin kitêban jî çap bikin. Heger pirtûkek(kitêbek) ya jî tiştên wisa hebin em kanin çap biweşînin.
Di hejmara Armancê ya 39a da nivîseke min bi navê ”Di dîroka Kurdistanê da Serîhildana Şêx Seîd” hat weşandin.
Ger li ser Tevgera Şêx Seîd hewcedariya te ji hin çavkaniyan ra hebe ez kanim ji te ra bişînim. Hemû bi tirkî ne. Lê ez kanim ji wan hin tiştan wergerînim kurdî jî.
Te li Malmîsanij pirsî ye. Heval gelekî baş e. Nuha li ser ferhengek zazakî dixebite. Bi qasî(qederê)16-17 hezar peyv qedandiye. Di ber ra jî di Berbangê da jî nivîsên wî derdikevin. Ez bawer dikim Berbang dikeve destê te.

Hogirê hêja, heger tu dixwazî ji Kurdistanê hin nûçeyan bibihîze, bi kurtayî rewş wisa ye: Wek hûn jî zanin li Kurdistana Îran û Îraqê rewş ne baş e, şer berdewam e. Li gel şerê bi dijmin ra, şerê xwe bi xwe jî dom dike.
Li Tirkiyê rewş gelekî xerab e. Bi taybetî di girtîgeha Diyarbekrê da girtî hemû nêzî mirinê dibin. Lewra girtiyan di 2ê meha îlonê da dest bi grewa mirinê kirine. Ev serîhildan hîn dom dike.
Bi silavên biratiyê, bimîne di xweşiyê da.
Zinarê Xamo

XXX
1984-02-28
Ji Celîlê Celîl ra

Kurdnasê hêja, hogirê delal !
Êvar bû, ji kar dihatim, gelkî westiyayê bûm. Zarokan posta hatibû dirêjî destê min kirin. Çavê min tavilê bi nameya te ket.
Min ji xwe ra got, ”gur li ku mir ?”
Dûra min ew bi lez vekir û dest bi xwendina wê kir. Min çawa xwend, çend caran xwend ”alimê xeybê dizane”!
Hogirê hêja, ew berhevoka te bi navê ”Berxvan” ji me ra şandibû min girt.
Hevalan ji bo alîkariya çapkirina wê miracaetî dahîreyên fermî(muesesên resmî, derên alîkariyê didin)kirin.
Ez bawer dikim di demeke nêz da ewê bersîvekê bidin me. Wê demê ezê te agahdar bikim.
Ew tiştên te berê şandibûn jî ji berêvkê da tên weşandin.
Heger ez ne şaş bim yên hetanî nuha hatine weşandin ewê ketibin destê te. Yên mayî jî ewê van rojan bên weşandin û ji te ra bên rêkirin.
Te nameyek ji HÊLÎNÊ ra şandibû û te tê da soz dabû zarokên kurd.
Me ew name di hejmara Hêlînê ya dawî da çap kir. Ew sozên te di nameyê da dabûn zarokan dibê tu bi cî bînî.
Yanî dibê tu wan kitêbên dersê yên kurdî tavilê bi baskên teyran be jî ji me ra bişînî.
Te di vê nameya xwe da jî qala wan kitêban kiriye û ji bo şandina wan te navnîşana hevalekî me yê li wir xwestiye.
Pir mixabin ezê nikanibim tu navnîşanan ji te ra bişînim. Hin kesên nas li wir hene, ne ku tunene, lê ji wan jî kes nayê vira û nikanin zûtir jî bişînin. Lema dibê tu wan ji me ra bişîne.
Ez dixwazim li vir tiştekî bibêjim. Bêşik tu ji me ra çi bişînî emê çap bikin û ji bo vê alîkariya te jî em gelkî sipasdar in.
Lê belê heger tu ji dêlî helbestan ve hin tiştên din, nivîsên li ser dîrokê, kulturê, zimên ya jî roman, çîrok û hwd. bişînî ewê gelkî baştir be.
Bi taybetî nivîsên li ser dîroka(tarîxa)kurdan û romanan ji bo gelê me îro gelkî pêwîstir in. Ji bo vê yekê jî tika(rica) me ji te wê nivîsa tarîxê zû bişîne.
Bi rastî ez bi xwe êdî kevzikî bûm.
Wek însanekî bi rojan birçî li ser sifrê rûne û bi saetan li bende xwarinê be. Yê min bûye heftxwezî bi halê wî însanê birçî.

Te di nameya xwe da li Malmîsanij pirsiye. Ew nuha li vir namîne, çûye Fransayê, li Parîsê dimîne. Ewê doktorayê li ser zimanên Rojhilata Navîn bike. Dibe ku ez vê yekê baş nizanibim, tu dikanî ji Enstîtuya Kurd ra binivîsîne, ew her tim li wir e. Dema ez pê ra peyivîm ezê jê ra bibêjim.

Hogirê hêja!
Te daxwzek ji min kiriye. Ez bi vê daxwaza te him kêfxweş bûm, him jî fedîkar bûm. Kêfxweş bûm ji ber ku te ji min daxwazeke wisa kiriye, fedîkar bûm, ji ber ku nuha nikanim bikirim û ji te ra bişînim.
Lê bi sozê mêrên berê, roja pere têkeve destê min ezê ji te ra bişînim.
Belbî tu jî dizanî li vir makîne(textîlo) gelekî buha ne. Hema yeka îdare bi 2000 kronî ye.
Ya din li vir dîtina yên biherfên(klawiya)tirkî zor e. Lê cardin jî wê her di bîra min da be.
Ji bo wan herdu rismên te şandine sipas dikim. Di demeke nêz da ezê bi paş da bişînim.
Bi silavên biratiyê, bimîne di xweşiyê da
Zinarê Xamo

XXX
1984-07-15

Kekê Celîl, hogirê hêja!
Ji zûda ye min dixwest ji te ra binivîsînim, dîsa serê te têxim teq û reqê. Ango cardin hin daxwazan ji te bikim. Tu zane gotinek me kurdan heye, dibêjin meriv ji ereban ra bibêje merheba, ewê werin ser kurk û eban. Ez bawer dikim ya min jî bû ev mesele.
Lê belê carê te gotiye merheba û ez jî hatime ser kurk eban. Û bira tu baş bizanibî hetanî ”kurk û ebe” nerizin ez ji ser wan ranabim.
Nêta min ev e, dixwaze bixeyide, dixwaze nexeyide, tu bi kêfa xwe ye.
Nuha ez werim ser daxwazên me na. Daxwazên me ji te ev in:
1-Kitêba te ya bi navê Şêx Ubeydulahê Nehrî(rûsî)
2-Kitêba bi navê Di Dawiya Sedsala 19a û serê Sedsala 20a  da Civata Kurdan(rûsî, hîn çap nebûye).
3-Tarîxa Begên Erdelan. Îsal hatiye çapkirin.
Em dixwazin tu van kitêban rojekê berî rojekê ji me ra bişînî.
Heval dixwazin van kitêban wergerînin tirkî. Nuha merivekî nivîskar û werger ji Tirkiyê hatiye Ewrûpayê, bi rûsî baş zane, hin wergerîn wî jî hene. Têkiliyên hevalan pê ra heye. Heval hêvî dikin dema em hin tiştan bidinê ewê ji me ra wergerîne. Ango ji bo wergerandina wan çi ji destê hevalan were ewê bikin, lê dibê kitêb di destên me da bin.
Daxwazeke me a din jî, em dixwazin Tîrêjê ji nuh ve li vir derxin. Ji bona vê yekê hin xebatên hevalan çêbûne. Em dixwazin bizanibin gelo tu yê kanibî alîkariya me bikî, ya na?
Wek nivîsên edebî, folklorîk û hwd.
Heta daxwaza hevalan ew e ya tu, ya jî Mamoste Ordîxan nivîsekê li ser folklorê ji me ra binivîsîne. Folklor, di nav pêvajoya dîrokê(tarîxê)da çawa derketiye ortê?
Me hîn biryar nedaye emê kîjan mehê dest bi weşanê bikin. Lê em wer bawer in emê bikanibin di demeke nêz da derxînin. Ewê ji sê mehan carê derkeve.
Heval dixwazin di vî warî da jî tu û mamoste Ordîxan alîkariya me bikin.
Ger wekî din jî bi kurdî, ya jî bi rûsî kitêb li ser tarîxa Kurdistanê hebin ji me ra bişîne, emê çap bikin.
Ji te şandin, ji me jî çapkirin.
Îro li Ewrûpayê îmkan hene, dibê meriv van îmkanan baş bi kar bîne. Ez bawer dikim ji me kurdan ra hertim wa lê nayê.
Mamosttê hêja, nivîsa te ya bi navê ”Nîveka sedsala XIX a pêşîn ji dîroka perçekirina Kurdistanê” te ji me ra şandibû, me di Armanca jimara 52a da çap kir.
Ez bawer dikim Armanc berî vê nemeya min ketibe destê te.
Hevalan nivîs gelkî ecibandin, destê te tu carî neqerime, tu bi hezaran nivîsên wiha binivîsînî.
Tiştekî din jî dixwazim bibêjim. Demekê te makîneya nivîsê(daktîlo)ji me xwestibû, min jî gotibû nuha îmkana me tuneye. Lê nuha heger hîn jî hewcedariya te jê ra heye ji min ra binivîse, emê kanibin peyda bikin.
Em dixwazin bizanibin bira klawîya wê çawa be? Ango bira A kilawîye be, ya jî F Kilawîye be?
Gelo kîjan kilawîye ewê ji te ra baştir be?
Herdu sûretên te ji me ra şandibûn ezê di demeke nêz da ji te ra bişînim.
Nizanim Hêlîn digihîje destê te ya na?
Heger nagihîjin destê te ji me ra binivîsîne.
Navnîşana min hatiye guherandin, navnîşana xwe ya nû li jêr dinivîsînim.
Sandfjärdsgatan 32, 2 tr
121 70 Johanneshov
Stockholm/Sweden
Bi silavê biratiyê û bi hêviya li kela rizgarbûyî em carê hevdu bibînin. Tu û hemûyên maliyan bimînin di nav xweşiyê da.
Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE