05 februari 2023

Mêrik bi şelafiya xwe serbilind e

Mehmet Metîner şelaf di konferansa xwe ya Kexteyê da gotiye:

”Em ne kurdên Amerîkayê, Ewrûpayê ne. Em kurdên Tirkiyê ne…”
Kurdên li vî şelafê Erdogan û tirkan gudarî kirine jê ra li çepikan xistine, kêfa wan jî ji kurdbûna Tirkiyê ra hatiye. Dîn, propagandeya îslamî hiş di serê kurdan da nehîştiye, êdî bi zilamtiya tirkan jî kêfxweş dibin. 

Bêyî kurdan tu miletekî din ê misilman ji bo dînê xwe dev ji welatê xwe û ji nasnameya xwe, ji qewmîyeta xwe bernedaye. Kurdan tenê Kurdistan û kurdayetî kirine qurbana Îslamê, tirkan û ereban...

Navê welatê kurdan Kurdistan e, kurd ne kurdên tu welatî û tu dewletê ne.

Tirkiyê welatê kurdan dagir kiriye. Metîner ji dêlî viya bibêje, xwestiye kurdan jî weka xwe bike kurdên Tirkiyê.

Hin însan ruhkole ne, ji koletiya xwe pir memnûn in, dixwazin însanên din jî wek wan bindestiyê, koletiyê qebûl bikin.

XXX

Aqil kêm be, totik vala be hetanî mirinê jî vik û vala dimîne.Tahsîl, sal, extîyarî, porsipîtî însên kamil û baqil nake.

Bi xêra medyaya sosyal meriv gelek rîsipiyên, porsipîyên totikvala nas dike.

Berê meriv nizanîbû kundurê vala ye. Dengê defê ji dûr va xweş tê.

Cehalet meriv dike pêkenînê xelkê, lê totik vala ye ferq nake.

 XXX

Xwedê aqilekî selîm û temam bide kurdan. Jineke tirk bi navê Tugba Ekîncî gotiye "ez ji kurdan hez nakim."

Hin kurdên me pir hêrs û xemgîn bûne, ji vêsê da ye keçikê rexne dikin, ji qal û bal dipeyivin.

Ma keçik mecbûr e ji kurdan hez bike?

Xwedê aqil bide we û weselam !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE