06 februari 2023

Balona derewîn zû teqiya !

Xwedêgiravî pûlisên tirk du roj berê15 endamên Daîşê bi tohmeta êrîşa ser konsolosxaneya Swêd girtibûn.

Lê balona derewî zû teqiya, rojekê tenê ajot. Do derew eşkere bû, girtina 15 kesan vir dereket. Jixwe min jî gotibû vir e.

Pûlisên tirk pêr dereweke xwe ya bi boçik belav kirin, gotin xwedêgiravî terorîstên Daîşê hazirî dikirin êrîşî konsolosxanya Swêd û Hollandayê bikin, lê me 15 kes girtine.

Ajansa Anadoliyê xeber belav kir, hin rojnameyên tirk nivîsîn.

Min got derew e, sinake û binaka wê tune ye, tiyatroye ye, fêlbaziyeke serokê mezin e. Li Tirkiyê Daîş û terorîstên îslamî bêyî emrê Tirkiyê xîçekî jî navêjin ji konsolosxaneya Swêd da.

Texmîna min rast derket. Ajansa Anadoliyê îro xeber ji malpera xwe rakiriye, pûlis bûyerê piştrast nake.

Yanî dereweke xwe kirin, dûra poşman bûn, dîtin derew mezin e, nikanin cî bidinê. Risim, nav, delîl lazim e. Ji mecbûrî çerx kirin, gotine ”vê meselê ji bîr bikin, ” tiştekî wiha tune ye.

Medya Swêd jî fêm kiriye vir e, gotiye ”Tirkiyê gav paş da avêt, tiştekî wiha tune ye..”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE