06 februari 2023

Kurdistan îro hejiya, mirî û birîndar pir in !

Li bakur û rojavayê Kurdistanê erdhejeke mezin, bi tesîra 7.4 ya jî 7.6 çêbûye. Li gorî AFADa(Rêxistina afetê û rewşên taybet) Tirkiyê merkeza erdhejê Mereş e, lê li Semsûrê, li Dîlokê, li Rihayê, li Amedê, li Meletîyê û li qezayên wan jî, li Efrînê, Edenê û Osmaniyeyê jî çêbûye.
Li wan deran jî zirarên madî û canî hene.

Bi vê xebera reş pir xemgîn bûm, kezeba min şewitî.

Ji birîndaran ra şîfayê dixwazim. Xwedê sebrê bide malbatên kesên mirî, birîndar û zirardîtî.

Heger 7.6 be ji bo Kurdistanê pir e, zirar ewê pir mezin be. Ji şansê xerab ra sar e, berf e, nuha milet perîşan e.

Dilê min, hişê min li ba xelkê herêmên erdhejê ye. Hêvî dikim alîkarî zû here û zirar canî hindik be.

 XXX

Erdheja vêsê bi berbangê ra li Meraşê, Meletyê, Amedê Rihayê, Dîlokê, Efrînê û hin bajar û herêmên din çêbû pir mezin e, pileya 7.6 e. Belkî tirk hîn nizanin tesîra wê çiqas e.

Lê îro saet di 13.24a da dîsa li Meraşê û li qeza wê Elbîstanê erdhejeke din bi pileya 7.5 çêbûye.
Pisporên tirk bi tu jahrê nizanin, dibê alîkariyê ji sîsmologên ewrûpî bixwazin. Îhtîmal heye careke din jî çê bibe. 

Paşlerze, erdhejên biçûk jî hîn çêdibin. Tesîra herdu erdhejan jî li gorî şertên Kurdistanê pir mezin in, li Mereşê, Rihayê, Amedê, Efrînê gelek xanî hilweşiyan e, bi sedan însan di bin kavilên xaniyan da ne.
 Vî çelê zivistanê kurd perîşan bûn.

Serokê Tirkiyê Erdogan gotiye jimara miriyan 912 ye û 5 358 kes jî birîndar in. Lê bi baweriya min jimara miriyan û birîndaran ji viya gelkî zêdetir e.

Hêvî dikim alîkariya dihere wek carên berê çeteyên hukûmetê û dewletê li hev par nekin, bigihîje milet.
Di rojên wiha da alîkariyên xelk dişîne ji deve guh nagihîje xelkê. Hêvî dikim dîsa wer nebe, dibê mixalefet li pey vê meselê be. 

Erdogan merivekî bexît e(bi şans e), kabê mêrik tim mîr tê, şansê wî tim lêdixe, bi vê erdhejê felaketa hatiye serê kurdan fêdeyê digihîne wî, jê ra dibe bilêta millî pîyangoyê. Ew li hewa li tiştekî wiha digeriya, nuha ewê li der û li hundur baş bi kar bîne.

Kesên nedixwestin silavê bidinê ewê pê ra bipeyivin, sersaxiyê jê ra bixwazin, mesajên serxweşiyê jê ra bişînin.

Him alîkarî ewê bi ser Tirkiyê da bibare, him jî rojeva siyasî ewê were guhertin.
Belkî tarîxa hilbijartinan jî texîr bike, salekê, du salan bi paş da bavêje. Quzê gur bi mêrik ra, Kurdistan û Tirkiye xera bibe jî ew li karê dertê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE