07 februari 2023

Dibê kurd derdê xwe bi kurdî bibêjin

Emer Faruk Baran di radyoya Dengê Amerîkayê da li Sirûcê bi xelkê ra hevpeyînîê dike, rewşa felaketê û alîkariyên dibin ji xelkê bajêr dipirse. Giş bi kurmancîyeke şîrîn dipeyivin.

Di nav vê bobelat û felaketa mezin da ji Sirûca rengîn ev dengê kurmancîya belek bîna min fire kir..

Xwezî Rûdawê û kanalên din jî bi kesên wiha ra bipeyivîyana. Di kanalên din da meriv dibêje belkî erdhej ne li Kurdistanê, li Tirkiyê çêbûye û milet jî ne kurd e, tirk e.

Gerek mihabirên Rûdawê û yên kanalên din jî bi kurdan ra bipeyivin, dibê kesên bi tirkî dipyivin nedin axaftin. Însan kanin ne di wê şiûrê da bin, devê wan carê ketiye ser tirkî, lê rojnamevaên bi xelkê ra dipeyivin kanin di kurdî da israr bikin, însanan teşwîqî, celbî kurdî bikin.

Mala Emer Faruk Baran ava be, hevpeyvînên xwe bi kurmancî dike.

XXX
Şikir rojnamevanên wek Emer Farûk Baran hene, bi kurmancî bi miletê xwe ra dipeyive.

Dibê rojnamevanên kurd giş bi kurdî bi xelkê ra bipeyivin. Kesên bi kurdî zanin bidin peyivandin, bi kurdî pirsan ji xelkê bikin.

Ji bo ku dinya bizanibe vira Kurdistan e, milet jî kurd e.

XXX

Bi rastî jî Sirûc kela kurdayetiyê ye, teslîmî asîmîlasyonê nebûye. Ez bi hurmeteke mezin û bi hezkirineke kûr sirûciyan silav dikim.

Vê carê ez herim welêt miheqeq ezê herim çend rojan li Sirûcê bimînim û têra dilê xwe li wê kurmancîya şîrîn gudarî bikim.

Silav ji sirûciyan ra, silav ji kela kurmancî û kurdayetiyê ra

XXX

Hetanî nuha min Dengê Amerîkayê VOA Kurdî taqîb nedikir. Ji nuha û pê da ezê taqîb bikim. Li gorî kanal û malperên din yên kurdî, kurmanciya VOA Kurdî gelkî baştir e, kurmaciya wan li gorî kurmanciya ajansên din pir paqijrir e, xeberên wan profesyonel in.

Hin mixabir carnan hin gotinên çêkirî bi kar tînin, lê bi giştî zimanê wan kurmanciyeke baş û fesîh e, xeberên wan jî wek yên rojnamevanên hoste ne.

Bi minasebeta erdhejê min bala xwe da xeberên VOA Kurdî min pir eciband. Ez @VoaKurdi pîroz dikim.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE