07 februari 2023

Felaketa erdhejê gelkî mezin e

Mezinahiya karesata erdhejê her saeta derbas dibe bêtir tê dîtin. Bajarên herî pir zirar dîtine, wêranî û mirî lê pir in Mereş e, qezayên wê Pazarcix û Elbîstan û gundên wan in. Hîn kes baş nizane jimara mirî û birîndaran çiqas e.

Serokê Tirkiyê Erdogan gotiye "3549 mirî, 22 hezar 168 birîndar hene." 

Lê bi baweriya min jimara mirîyan jî, ya birîndaran jî gelkî zêdetir e. Çimkî hîn kavil, xerabe bi temamî nehatine paqijkirin.

Li Meletyê jî zirar pir mezin dîtiye. Meriv ji qîrîn û hawara însanan fêm dike alîkarî neçûye gelek deren, ya jî pir dereng çûye.
Li Efrînê jî felaket mezin e, te kes nizane halê Efrînê çi ye, mirî û birîndar bi rastî çiqas in?
Tirkiye û Kurdistan welatên erdhejê ne, berê jî gelek caran erdhejên mezin bûne û pisporan digotin erdhejeke mezin bi rê da ye.

Welatekî wek Tirkiyê dibê bêtir bi tedbîr bûya. Lê tiştê meriv dibîne bêtedbîrî, kêmasî pir in, însan perîşan in.

Dewleta fortan dîsa di sinifê da ma, dîsa nîşan da ne tu dewlet e, ancax fortan bidin xwe û derewan bikin.

Di nav vê felaketê û vê êşa mezin da tiştê hinekî bîna meriv fire dike, dilê meriv germ dike alîkariya milet e.

Di nav vê felaketê û vê êşa mezin da tiştê hinekî bîna meriv fire dike, dilê meriv germ dike alîkariya milet e.

Li Diyarbekrê hin kurdên camêr, xwedî merhamet, miletperwer deriyên malên xwe, otêlên xwe, fabrîqeyên xwe ji xelkê ra vekirin, kirin sitargeh.

Karsazê camêr Hemdî Ûlûkaya 2 milyon dolar daya herêma erdhejê. Kesên di vê roja teng da, bi çûk, mezin destê alîkariyê dirêjî ferdên miletê xwe kirine însaniyeteke mezin dikin, mala gişan ava be.

Hêvî dikim alîkariyên dibin heder nebin, çete û diz li hev par nekin, bi rastî bigihîje kesên motaj, derbeder û perîşanbûyî.

XXX

Ji vêsê da ye li dîmenên bobelat û felaketa erdhejê temaşe dikim. Felaketa meriv dibîne, girî, qîrîn, hawar û bêçaretiya însanan hinav li meriv tîne xwarê. Bêçaretî, bêpiştî, bêkesî, bêdewletî di rojên wiha da xwe dide der.

Roj roja xîret û namûsê ye, ji destê kê çi alîkarî tê dibê texsîr neke, bike.

XXX

Erdogan merivekî bexît e(bi şans e), kabê mêrik tim mîr tê, şansê wî tim lêdixe, bi vê erdhejê felaketa hatiye serê kurdan fêdeyê digihîne wî, jê ra dibe bilêta millî pîyangoyê. Ew li hewa li tiştekî wiha digeriya, nuha ewê li der û li hundur baş bi kar bîne.

Kesên nedixwestin silavê bidinê ewê pê ra bipeyivin, sersaxiyê jê ra bixwazin, mesajên serxweşiyê jê ra bişînin.

Him alîkarî ewê bi ser Tirkiyê da bibare, him jî rojeva siyasî ewê were guhertin.

Belkî tarîxa hilbijartinan jî texîr bike, salekê, du salan bi paş da bavêje. Quzê gur bi mêrik ra, Kurdistan û Tirkiye xera bibe jî ew li karê dertê.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE