08 februari 2023

Felaketa erdheja Mereşê pir û pir mezin e


Felaketa Erdheja Mereşê bi xwe ra anîye pir û pir mezin e, bi dehan bajar wêran bûne, bi hezaran mirî, bi dehhezaran birîndar hene. Bi hezaran însan hîn jî di bin xerabeyên xanîyan da ne. Sar û sermayê rewş gelkî xerabtir kiriye. 
Yanî felaket pir mezin e.

Merkeza erdhejê Mereş e, lê qada wê 10 wîlayetan û qezayên wan, ji bakur ji Xarpêtê bigire hetanî Derya Sipî Hatayê, Eskenderûnê û Efrînê ye.

Sîsmolog dibêjin ji ber ku di navbera herêma Enedoloyê û Nîvgirava Erebî da bi dirêjahiya 100 km qelş çêbûye, ji ber wê erdhej hewqasî berfireh û bi tesîr e.

Bajarên herî pir wêran bûne Mereş, Meletî, Entab û Hatay e. Li Kurdistana Rojava û Sûriyê jî zirar pir mezin e.

Berpirsiyarên Tirkiyê dibêjin 6 234 mirî û 37 hezar kes jî birîndar hene. Lê bi baweriya ev jimar pir hindik e, jimara miriyan jî, ya birîndaran jî pir zêdetir e. Çimkî kavilên xaniyan hîn giş nehatine rakirin.

Rismên meriv dibînin, girî, qîrîn, haqar û bêçaretiya îndanan kezeba meriv diperitîne. 50 saet di ser felaketê ra derbas bûye lê alîkarî hîn jî negihîştiye gelek bajaran. Xelk perîşan e. Tirkiyê dîsa îmtihaneka baş neda.

Ev sistî, bêtedbîrî ne bes e, di ser da Erdogan gefê li xelkê dixwe, dibêje bira kes qala kêmasiyan neke, kes gazinan ji hukûmetê û berpirsiyaran neke, em, sawciyên me van tiştan qeyd dikin, dûra emê hesab ji van kesan bipirsin.

Ji bo ku xelk alîkariya hev neke, kêmasiyan eşkere nebêjin do hukûmetê li 10 wîlayetan urfî îda îlan kir. Dixwazin bi vî hawî devê milet bigrin û milet terorîze bikin.

Felaketeke pir mezin hatiye serê miletê kurd, ereb û tirk, vîdeo û rismên di medyaya sosyal da belav dibin dilê meriv digvêşe, kezeba meriv diperitîne. Lê tiştekî meriv bike jî tune ye, ez pir xemgîn im, dilê min, hişê min li ba miletê min e, ez bûyerê gav û saetê taqîb dikim.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE