08 februari 2023

Di vê trajediya mezin da hin musebîb û sûcdar hene

Trajediyên bi felaketa erdhejê ra çêbûna kezeba meriv perçe dikin.
Ji hin milbatan 5 kes, 6 kes di binê xerabeyên bînayên sexte, nesaxlem da mane, mirine.
Ji hin malbatan ferdek jî xelas nebûye.
Zarok, xortên nuhzewicî bûne qurbanên vê felaketa mezin.

Musebîb û sûcdarê vê trajediya hewqasî mezin xaniyên nesxelem in, sextekariyên mitahîdan û îltîmaz û xemsariya dewletê ye.

Bi hezaran xanî dibê wek holçîkên zarokan hilneweşiyanan, bi hezaran xanî bi ser hev da nehedimiyanan.

Xwedêgiravî piştî erdheja Stenbolê hukûmetê gotibû ewê êdî xaniyên saxlem, yên li gorî erdhejê lêkin, ewê destûrê nedin lêkirina xaniyên ji erdhejê ra ne qewî.

Lê netîce li ber çava ye, bi milyonan xaniyên piştî erdhejê lêbûne piraniya wan hulşiyan e. Di vir da sûcdar hukûmet e, dibê destûr neda avabûna hewqas xaniyên çirûk, sexte.

Serokê Tirkiyê Erdogan li Mereşê barek demagojî kiriye lê bi yek gotinê jî qala sebeb û sûcdarên vê felaketa mezin nekiriye, negotiye çawa dibe bi hezaran xaniyên nuh wek holikên zarokan, wek xaniyên kartonî gişk bi ser hev da hulşin?

Li Japonyayê, li welatên din jî erdhejên wek viya mezin û heta ji viya jî mezintir bûne. Lê li tu welatî li qadeke hewqasî fireh û zirareke hewqasî mezin nebûye. Çimkî xelk xaniyên, avahiyên saxlem, ji erdhejê ra qewî lêdikin.

Bajarên 300-400 km ji merkeza erdhejê dûr bi erdê ra tep û dûz bûne. Ev ne tiştekî normal e, gerek bi hejîneke biçûk hewqas xanî hulneweşiyanan.

Ji bo dengê xelkê bibirin di medyaya sosyal da astengiyan çêdikin.
Nahêlin xelk herin hawara hev, însan alîkariye hev bikin. Rê li ber alîkariyên xelkê digrin, bêyî alîkariyên AFADê alîkariyên din qebûl nakin.
Mêrik dîktatorekî pir zalim e, dixwaze her tişt di bin destê wî da be. Lê ev yek zirarê dide xelkê, bi hezaran îndan hîn di bin xerabeyan da ne.


Emer Farûk Baran. Li Sirûcê kêmasiya nan û pêxwarinan

Emer Farûk Baran. Car heye Xwedê li mala xwe dixîne

Parlamenterê HDPê Abdula Koç. Rewşa Semsûrê

Rûdaw. Dîmenek ji Amedê

Li Eîgorê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE