09 februari 2023

Jimara miriyên bobelata erdhejê saet bi saet zêde dibe

Jimara miriyên bobelata erdheja Mereşeê saet bi saet zêde dibe, li gorî reqemên resmî yên berpirsiyaran dane jimara miriyan gihîştiye 13 hezarî.

Lê bi texmîna min, mixabin ne hewqas e, jimar gelkî zêdetir e.

Çimkî kavilên piranî hîn nehatina paqijkirin, bi hezaran însan hîn di bin xerebeyan da ne.

Rewş Semsûrê, Mereşê û qezayên wan pir xerab e. Alîkarî pir kêm e, pir dereng çûye. Li hinderan jî qet tune ye. Li Îslahiyê sê roj in însan hîn di bin kavilan da ne. Lema gelek însan ji ber sar û sermayê mirine.

Mileto, bêşanso, bêtaliho, bêkeso, bextreşo, ji ber tiştê hatiya serê te kezeba min diperite, lê ez bêçare me. Tenê li perîşaniya te, li girî û hawara te, li termên te yên ji bin kavilan derdixînin temaşe dikim, dikim axîn û kederî dibim.

Ez nizanim felaketên mezin çima tim tê serê te?

Dewleta bêbav, çete bi van holikên nesaxlem, kartonî mala kurdan şewitand, bûn sebebê malwêranieyeke pir mezin.

XXX

Jinikekê sola xwe ya havînê, berpêsîra we, kerasê xwe yê şevê, tiştên wiha kiriye kolî û li Stenbolê şandiye mektebeka alîkariyê top dike.

Yanî di vê roja xerab da kêfa xwe bi vê trajediya hatiye serê kurdan anîye.

Bi jinekê ra ne însanîyetî heye, ne jî heya. Kîn û nefreta ji kurdan ew ji mirivahiyê dûr xistiye.

Lê di nav tirkan da tirkên wiha pir in. Di her rojên me yên xerab da em ji tirkan tiştên wiha dibihîzin.

XXX

Amerîkayê tîmeke taybet, 159 kes û 12 kûçik ji bo alîkariyê şandine Tirkiyê. Ekîba amerîkî ewê li Semsûrê bixebite. Xwezî roja pêşî ev tîm şandibana. Ewê gelek kes ji mirinê xelas bikirana. Amerîkî, ewrûpî profesyonel in.

Rojnamevanên kurd dibê bala xwe bidin xebatên wan û tîmên tirk. Yanî karê wan û tîmên tirk miqayese bikin. Û di vî warî da fikrê xelkê bipirsin. Dibê kurd bibînin tirk çiqasî nezan in, çiqasî cahil û xeşîm in.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE