10 februari 2023

Guh bidin gotinên vê dayika dijminê xwe baş nas kiriye

Guh bidin gotinên vê dayika jîr, zana û dijminê xwe baş nas kiriye.

Dayika zana Helîme Dogru dibêje:

"Dewleta me kurmancan tune ye. Em Kurmanc in kes nêzîkî vê hêla me nabe. Nuha herin gî li hêla Tirkan e, li hêla kurmancan kes tune ye. Ma em jî ne misliman in ?
Em jî ne qulê wê Xwedê ne ?"

Dayika Helêmê jî baş vêm kiriye ev dewlet ne ya me kurda ye, dewleta tirkan e. Û ji bo ku ne dewleta me ye nehatiye hewara me, çûye gazî û hawara tirkan.

Ji bo ku ew kurd in dewlet neçûye hawara wan, çûye taxên tirkan. Ew terkî mirinê kirine. Dayika Helîme ev yek bi çavên xwe dîtiye û dixwaze kurd vê rastiyê bibînin.

Dibê her kurd êdî vê rastiyê fêm bike. Dibê em kurd bibin xwedî dewlet, ya na emê tim wiha perîşan bin.

XXX

Rawên Stêrk ji Semsûrê perîşaniya milet radixe ber çavan. Çar roj di ser erdhejê ra derbas bûne hîn jî li meydanê hêzên alîkariyê xuya nakin. Milet bi îmkanên xwe miriyên xwe ji bin kavilan derdixin.

Felaket pir mezin e. Berf çongekê li erdê ye. Ji ber ku alîkarî neçûye gundiyên çiyê guran kesên mirine xwarine.

Li hemberî vê trajediya mezin û vê bêkesiyê meriv lal dibe.

Bobelat jixwe pir mezin e, lê tunebûna alîkariyê, bêîmkaniyê êşa malbatan zêdetir û mezintir kiriye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE