10 februari 2023

Êşa vê tofana mezin nayê kişandin

Piştî karast û bobelata mezin a erdheja 6ê sibatê tevizî me, nikanim li tiştekî din bifikirim, qala tiştekî din bikim.
Hişê min, baldariya min tim li ser erdheja malwêran e.

Ez bi êşa erdhejê radim, bi êşa wê radikevim.
Li dîmenên dilşewat dinêrim, xeberên li ser erdhejê, li ser zarokên piştî 3-4 rojan bi saxî ji bin kavilan derxistine dixwînim. Kêfa min tê, lê 20 hezar miriyên din difikirim. Dibêjim gelo ewê jimar zêdetir bibe?

Tiştê ez dibînim bobelat, tofan pir mezin e, jimara qurbaniyan û birîndarên tofanê ewê zêdetir bibe, êş û jana dilê vî miletî ewê kûrtir û mezintir bibe.

Emê çawa tehamulî vê êş û jana mezin bikin, yên mayî ewê jiyanên xwe çawa bidomînin ez nizanim…

5 roj di ser erdheja Mereşê ra bihurîn. Li gorî beyana AFADa Tirkiyê di erhejê da 18 hezar 342 kes mirine, 74 hezar 242 kes jî birîndar in. Lê ev ne reqemên tawî ne. Xebatên lêgerînê hîn berdewam in.

Di 6ê sibatê da du erdhejên mezin çêbûn. Erdheja yekê mezinahiya wê 7,7 bû, saet di 04.17ê sibê da çê bû, merkeza wê Elbîstan, Pazarcik bû.
Erdheja din jî saet di 13.24a da çêbû.
Erdhej li 11 bajaran, Mereş, Meletî, Xarpêt(Elezîz) Entab, Riha, Amed, Edene, Semsûr(Adiyaman), Osmaniîye, Xetay û Kilîsê bi tesîr bû.

XXX

Medyaya Tirkiyê dema navên welatên alîkarî şandine û hatine hawara zelzelezadeyan rêz dikin, qala alîkariya Kurdistana Başûr nakin, nabêjin ji Kurdistana Başûr jî tîmekî alîkariyê û gelek tuxtur hatine alîkariya milet dikin.

Ev dewlet, ev hukûmet, ev milet hewqasî neyarê miletê kurd e, ji bo ku bi başî qala kurdan nekin, çêyiya kurdan jî bincil dikin. Dixwazin tim bi nebaşî, bi xerabî, bi neyartî qala kurdan bikin.

XXX

Bindestiya me, zulm û zor û neheqiya li me dibe, perîşaniya me ne bes bû, karasata erdhejê jî xwe da ser. Xweza/tebîet jî li me kurdan hatiye xezebê.

Li gundên Semsûrê yên çiyê guran termên kesên di bin kavilan da xwarine.

Berf çongekê li erdê ye, gazî û hawara gundiyan pir derneg çûye. Îş pir mezin e, bi gotin nayê..

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE