10 februari 2023

Dibê meriv gotinên xelkê tahrîf neke

Hinek kurdên me hinekî zêde reqlama alîkariya Weqfa Barzanî û hukûmeta Kurdistanê şandiye dikin.

Birayên delal, ma kurd îro alîkariya hev nekin ewê kînga bikin?

Dev ji reqlema vê meselê berdin, ne xweş e.

Weqfa Barzanî jî, hukûemta Kurdistanê jî wezîfa xwe ya netewî û însanî kirine.

Bi hezaran kesên wek wan hene. Hin şexsan sed qatî wan alîkarî kirine. Kê çi alîkarî kiribe mala gişan ava be. Tarîx ji bîr nake.

Bi baweriya min kurdan wek milet îmtihaneke pir baş dan, baş alîkariya hev dikin. Ev yek ji bo yekîtiya netewî, ji bo xurtkirina ruhê kurdayetiyê tiştekî baş e, di rojên pêş da ewê bi kêrî tevgerên siyasî were, kurd ewê ji vê îmtîhana xwe ya baş, ji vê piştgiriya xwe ya netewî fêdê bibînin.

 

-Haydar Diljen: Û mixabin, eynî meriv behsa karzaz, komel, partî û xelkê Bakur nakin. Di dunyayê de bêyî Amedê bajarekî din tune ye ku hemû aşxaneyên wî bajarî bêpere xwarinê bidin depremzadeyan. Karsazekî li Amedê bi tena serê xwe du qatî alîkarîya ku ji Başûr hatîye kirîye û camêr navê xwe jî li derekê nenivîsîye. Lê em wek kurd helbet bi alîkarîya Başûr jî gelek serbilind in.
 Lê bi tenê derxistina pêş ya wê alîkarîyê ne li gor ruhekî neteweyî ye. Balkêş e, kesên ku bes wê alîkarîyê derdixin pêş, bi awayekî rantxurî girêdayî hin sazîyên Başûr in.

-Bedran Acar: Kurd çiqas qala alîkarîya, xêrxwazîya Berzanî bike ewqas başe.Lewra ev gotin hişmendîya Netewî di nava gelde xurtirîn dike.

-Îbrahîm Yalçin: Li gorî min alîkarîya Berzanî netewî ye. Her bijî Barzanî û wekfa wî.

-Tahsîn Yilmaz: Çima cenabê te ji alî kirina weqfa Barzanî aciz dibe min tiştek fêm nekir!

Seydayê min Weqfa Barzanî ne ji rêzê weqfeke, ew simbola partîyek, milletek û neteweke çiqas sîvîlbe jî alî dîtir fermîye.

Bi ala xwe û bi navê xwe xêrxwazî li birayê xwe dike. Tû mineta vî karîjî nake. Ew mecbûrin bikin lê em jî mecbûrin ji karê wanre rêz bigrin.

-Halit Temli: hûn şaş în..!

1-navê hest û piştgirîya netewî ne “reqlam” e!

2-mala herkesek ava be!

bes;”başûr” temsîl û dîplomasî/îradeya Kurd/istan ya navnetewî ye!

3-Kurd/istan hewqas hat “kuştin” kû gel bi hewldanên wûha dighên hev!

4-helbet wazîfa xwe dikin!lê bi rih û hevsazî û organizeyek netewî dikin!

5-civak bi „musibet“ û „rojên“ weha yek-ruh dibin!

6-bihëlin bila hest-hevkarî û hevsazîya dewlet bûn û xwenasî pêş kevî û bila tovên netewebûnî;xwe bighînin hev…

-Halit Temli: Mamoste;Diljen; „nebahs kirina“ alîkaran kêmasî ye!(ger ew bixwazin tabii)lê navê vî „kêmasî“ û danasîna „başûr” ne kû hinek brader dibêjin „reqlam“ e!

-Kutbettin Aliş: Şiroveyeke tahl, belaheq û bê wate!

-Abdulganî Bakir: kek zinar ev nerek lame û pêwîstîya berzanê bi reklama tuneye Qey zorawe diri û kesî reklam nekirîye ev rastîyeke birêz berzanî her dem bi hewara Gelê kurd ve dire meli wanê jî ew dit xwedê alîkarîya gelê kurd bike

-Nûran Koyuncu: vê dewrê daxûyanî şert û merc e.wekî din haya me li wan nabe

Melayê Mizgefta Mezin: Yên ku bêrêziya mam Xemo dikin, bila qurbana mamo bibin.. Tu dilê me yî

-Mehmet Fauzî Ozmen: Yek awa î kû bî herawaî gêhîshtîye xîzmeta gele mê î mexrurî kû bîye qurbanîye Erdhêjê. Gêre em hemû kurd wê awa î ye kurd u kurdîstanîye bî nawe Barzanî pîroz kîn. Nê rêş bîkîn. Eybê eyb. Haa kû wê xwestîye bî nawekî dîn bîkî, eh keremkê bîkê. Kêsî destê wê gîre nêdaye bîkîn. Dê ser heyva sore pkk ye ra bîkîn. Lê dew jî zîman drejîye u rêşkîrînê bêrdîn. Roj roja alîkar bûneye.

-Îbrahîm Guner:Ji her deverê ewropa û ji gelek welatên cihanê alîkarî hat kirin û tên kirin. Balkêş e “Kurdayetî dan nîşan, bû remza netewî, tovê netewîyê çand, şeref û namûsa hemû kurda ye” û hwd.Birêz Barzanî kurd e kurd! Alîkarî neke ji çi re ye wê demê? Ji bo çi heye! Dest ji weqif meqifa berdin! Ez zarok bûm dema başûrî bi sed hezaran derbasî bakûr bûyîn,tevî xizanîya me jî gûndî bûn seferber. Herkes çi milê wî hat kir û xwestin xwedî li birayên xwe derkevin. Axir ya kirî ne xêr e ezbenî, mecbûr e bike.

-Seyda Goyan:Kî arîkar be bila hezarcarî reklam û pesnê wan bête dayîn ew tercîha wan e. Û di karesateke wisan de siyaset û reşkirina hev. reng û nîjad divê mirov deyne alîyekî û pêwîstîya Barzanîyan bi reklamê jî tine.


-Orhan Kaya:
Tıştê weqfê Berzani kır u dıke ne hewcê paznêye.Xalq dıbine.Ciyê rumetê ye.kare dı wexteki kınde organize bıbe were hewara bırayên xwe.Ciyé shanaziyê ye.Sadcar kêne sedhazar car ciyê piroziyê ye u ez wan bı cık u can piroz dekim


-Behcet Tekînhan: 
ez texmin nakém ev kek zinaré xamo nivisiye..

-Reşît Sonmez: Weqfa Barzanî şeref û kerameta hemû Kurda ye.!!!


-Azîz Aliş: 
Li Bakurê Kurdistanê ne tenê hestên neteweyî, herwiha navê welatê wan Kurdistan û hetta êdî kurdbûn û kurdayetî çûye.

Ev alîkarîya Weqfa Barzanî û Helwesta kurdên bixîret, careka din li Bakurê û Rojavayê Kurdistanê TOVÊ NETEWEYÎyê diçîne. Xemgînim ku Kurdistana min wêran bûye û me gellek welatîyên xwe wenda kir.

Ev kareseta careka din rastîyê pêş me kir. 

-Necdet Gundem:Heyf û mixabin ku Z.Xamo van rêzên neheq

bi lêv kiriye!

Bi rastî ez mat mam…

min hîç hêvî nedikir ku Xamo tiştekî wisa binivsîne!

Ma pesindayîn û reklama Weqfa Barzanî ne neteperwerî ye?



-Necdet Gundem: 
Gelo ew kî ne ku sed qat ji Weqfa Barzanî

zêdetir alîkarî kirine? 
Nav bidî baş dibe…

-Halit Temli: û bi serde jî îro Demoqrat Partî(Ilay Aksoy)ixbar û gilîyê weqfa Barzanî bi sedema kû“ewlekarîya me(Tirkî),di tehlûkêde ye“ li ba tsk-içişleri û emmiyetgnlmd! kirin e!..

bila haya Kek Zinar jê he be û hew!..

-Kutbettin Aliş:Aha ji ber vê helwesta tirka ku alîkarîya weqfa Barzanî nahesîbîne, "hinek" kurd jî bê westan "reqlam"a alîkarîya weqfa Berzanî dikin û baş jî dikin.

-Abidin Alkoyun: Kek Zinar tiştin ti gotîye eve; “hinek kes pir reklama Wakfa Berzanî”dikin..!!!

Kesayetek wek te , niştiman perwer, nîjast perwer lazime bêje ev reklamin tin kirin kême û lazime hîn zêde were kirin. Niviskarek wekte û gotinin teyên wî munasebetê te kiriye lehev nagre.

Min jî li ser nivisa te li sayfa Faccboka xuda rexne kirîye….

Selav û riz

-Abdullah Ozcan:Zinarê Xamo Îro em dibinî xeynî Rêbaza Barzanî ji bo neteweperwerî û nîştimanperwerî ye tû kes dî xwe Nayni pêş,em ji bo Dilsozên Rêbaza Barzanî gelek serbilindî,her Bîjî Dilsozên Rêbaza Barzanî .

-Azîz Duman:Raste mamoste,wezîfeyeka mirovanî û netewî ye. Lê ma çi xirabî di pesne kirin û reklam kirin a vê harîkarî yê da heye. Çend xweşe gelê me jî di vê harîkarî yê da xudan derdikevît. Birayê xwe nas diken,yekitî û hevgirtin dilê wan da geş dibît.Yên yekîtî ya kurdan nexwazin diqehrin


-Mîr Bedirxan Welîkî:
Ame Zinar hinek kurde me serê wan ji we çimentoya ku avahî yê erdhej dê ser û binbûn qewîtire: nabînin, dil û hiş herdu korbûnê!


-Gewro Burhan: 
Bê hişiya me gelleke Mamo dibî a niha sedî zêdetir vaqif û komeleyên mirovî hebûna ê kurda. Dibê em ji bikêriya xwe, xwe davêjin ber siya wan


-Mizgîna Meşkînî: 
 Ji bo netewek weka Kurda Bê dewlet û Bê tifaq ev tiştek ne ji rêzê ye ! Em nebûn tiştek heta niha û dema em dibinîn kû dibin pêçek li ser birîna xwişk û bira yê xwe ev me serfiraz dike. Mijar ne sîyaset û ne jî propeganda ye ! Mijar bes “Hesrate Yekîtî yê” ye.

-Ahmet Oztekin: 1-Dibe ku we Apê Zinar şaş fahm kiribe, Dibe ku Apê Zinar xwe baş îfade nekiribe, Dibe ku fikra Apê Zinar şaş be jî. Îca ev çi bê edebiye ku hun didin çêra û gefan lê dixwin? Em ne mecbûrin bi ya hevûdû bikin yan jî herin ser fikra hev. Lê em mecbûrin li hev guhdarî bikin.

2-Her Kurdekî ku li gorî dilê me xebernade em hesabê Kurdbûna wî û Kurdayetiya wî jê dipirsin. Ma mecbûre Kurdbûna xwe û welatparêziya xwe ji me re îspat bikin. Em bi çi mejiyî vî hesabî dikarin ji hinek însana bipirsin. Ne Zinarê Kurd, şivanê gund jî xeberde heqqê me lê he ye?

3-Ez fikra xwe jî bibêm: di ciyê Weqfa Barzanî de bavê min vê alîkariyê bikira ewqas kêfa min nedihat. Lewra wek saziyekî fermî, li ser navê Kurdîstanê û professionel xebat kirin. Ma jê û xweştir tiştek he ye. Lê divê em van tiştan jî jibîr nekin:

4-alîkariya Kurda jibo Kurda nabe minet û şerme ku em van alîkariya ji bo siyaseta dinav xwe de an jî siyaseta li hember dijminan re bikin argûman. -bawer bikin ne hewceyê reqlamê ye jî. Ji xwe tiştên baş winda nabin îca çima emê Van tiştan bixin çavên hev. Zêda nakim dûvedirêje.


-Aziz Duman: Raste mamoste,wezîfeyeka mirovanî û netewî ye.
Lê ma çi xirabî di pesne kirin û reklam kirin a vê harîkarî yê da heye.
Çend xweşe gelê me jî di vê harîkarî yê da xudan derdikevît.
 Birayê xwe nas diken,yekitî û hevgirtin dilê wan da geş dibît.
Yên yekîtî ya kurdan nexwazin diqehrin

-Koçer: Derdê wan murovan ne reklame . Derdê wan hebuna wane. Yani dibên md kurdan ji bibinin em ji hene.


-Kurt û kurmancî:
Ma em pesnê birayên xwe nedin emê pesnê kê bidin.. Tû jî wek pêkenokî..

-Baz Biyan: Çima zikê te êşiya? Va li tirkî pesnê "ahbab"hwd. Nadin? Hun dixûrifin jî nabin mirov. Xwelî li serê we be.


-Dîcle hevî: Welle tu rast dibêje le mixabin hinek mirovên nexweş hênê li dinyayê çi diqewime ne xema waye!!! dikarin hertiştî qûrbana siyaseta xwe û keritiyaxe bikin em cibejin!!


Nûredîn:
Rayadarên rêveberîya xweser destûrê nade

@BarzaniCF ku di dergehê sêmelka ve here alîkarîya rojavayê Kurdistan’ê. Tu dikarî vê bipirsî gelo?

-Hekar: Tu rast dibêjî Mamê Zinar, ev alîkarî tişteke gelek normal e. Lêbelê wekî ku tu jî dizanî heta niha çi dezgeh û sazî wiha li me xwedî derneketine. Dezgeh û sazîyên me yên wiha bigihijîn hewar û tana me tunebûn. Ji ber vê tiştê em serbilind in û bihêlin bila reqlam jî hebe.

-Behram: Tamam tamam ne weqfa Barzani u ne Kurdistan e ew alîkarî ji Qetar bun. Çêbu ne dilê we rehet bu?

-Rojavan: Li tu zanî kurd tevî zanîn Dijminê kurdan Qebûl naken çi tiştekî bi Navî Kurdistanê û kurda bêt Bila Barzanî bêkt dunyayê hemû dizanin Barzanî Kurdistanê 

-Kurd Kurdistan: Çima tu aciz e?

-coinkurd: Ezbenî, wekîlekî hdpyî heye bi navê garopaylan di lehza ewil ya erdhejê heta niha bı dewleta ermenistanê koordine dixebite û wan nîşan dide di medyayê de. Ka yên din li kû ne?

Çima hukûmeta kurdistanê tenê dihêhin? Yeqîn ne Kurd in?

-Kingofireland10: Zinarê Apo, divê yên wekî te rojên wisa de devê xwe venekin. Hûş pls.

-Jîndar Ax: Te jiyana xwe kir di xizmeta reklama Apocîtîyê, HDPKK û Demirtaş de. Û ev ji yên wekî te re ma? Apoçîye heram!


-amoreşit: Kalo dêbeje pkk le meydanaye u alikiriye dike kalo je başur peştîr çî kurda heye helbet eme reklama wan kin kurda ev sedsala siwanek usa neditiye tim kuştin surgin mal xerabun ditin ewil car go kurd de nav netewade evqas be hez buye wesfe duran apo karayilan kurkçî bêdin

-Abdullah Incekan: Li hember Abê Zinar bêedebîyê mekin. Apê Zinar rûspîyekî bi qedr û qîmet e. Helbet em mecbûr ninin di eynî fikrî da bin; lê dîsa divê em di helwestên xwe da avakar bim. 


-Sesizlik: Tu ehmeqî an tu me ehmeq dibinî ?

-Bube Eser: Çi xweşik û rindike ev ala rengîn!!!

Binerên û bibînin bi çiqasî xweşik û rindik e ala Kurdî. Bibînin bê çawa wê alê xwe gihiştiye wê qonaxê. Lê bipirsin û fêr bibin hebûna wê alê li wir tê çi watayê.

Ew al bi saya xebat û keda Barzaniyan ya sed salan xwe gihiştiye wir. Wê alê bi saya cangoriyên Kurdistanê, Enfal û bombebaranên jahrê, hebûna xwe li wir daye îspatkirin.

Ji ber vê ye divê êdî kurd fêr bibin ku îro ew al li wir e, wê sibê weke ala Kurdistaneke serbixwe jî cihê xwe di nava alên cîhanê de bigire.

Tekoşîna Barzaniyan ya sed salan ew al gihiştine wê qonaxê û sibê jî bi mizginiya Kurdistaneke serbixwe dê ew al xwe di nava alên cîhanê de cihê xwe bigire.

Ev ala niha hûn dibînin, diyariya Qazê Muhammed ya ji bona Barzaniyê mezin bû û daxwaza wî ji Barzanî ew bû ku ew bikaribin rojekê hemî çiyayên Kurdistanê bi va alê bixemilînin. Wasiyeta wî hate cih niha jî dora wasisyeta Barzaniyê mezin e ku ev al bikeve nava alên cihanê û temsîla gelê Kurd weke dewleteke serbixwe bike. Ev ê jî di nêzde pêk bê.

Têbinî: Bi hêviya ku hin nebêjin, hûn zêde reklama ala kurdî dikin…

 

-Remzî Kerîm:

Mixabin û "xwezî" min nenivîsanda.

1- Di nav hemû miletan de kodên civakî yên nenivîskî hene. Gelek cara ev kodên civakî rikeberîya qanûnên nivîskî dikin û civak bi giştî rêz û siyaneteka mezin nîşanî van kodên civakî didin. Di civaka kurdî de bext, û di demên nenormal de texîrkirina dijminatîyê, du nimûne ne yên ez bixwe gelek cara bûme şahid.

Gava tu xwe bavêjî bextê yekî (hûn hev nas nekin jî) ew kes mirin jî, dijminatî jî, feqîrî jî, derd û bela jî tê hebe, te diparêze.

Gava mirineka ’normal’ ji malbata dijminên te hebe, tu heta şînî berdewam e dijminatîyê texîr dikî, rêzê li şînîyê digrî. Tu diçî şînîya dijminê xwe û dijminê te heta tu tê û ji mala wî derdikevî, digihî silametîyê, jîyana te diparêze, nahêle hin kesên nezan yan xort gotineka nexweş bikin, yan derbekê li te xin.

2- Her gotinek xwedî 1 wateya ferhengî ye. Ew wate wateya serekî ye. Carna xwedîyên wî zimanî wateyine din jî li wê gotinê siwar dikin. Hayê her kesê dinivîse ji van wateyan heye û rêza gotina digrin û gava dinivîsînin, bi hişyarîyeka mezin gotinên xwe hildibijêrin, hewl didin ku her gotinê di wateya/wateyên xwe û di cihê xwe de bi kar bînin. Ji ber naxwazin xwendevan xelet têbigihin, yan ew xwendevanan bi ‘korfahmîyê’ yan bi ‘tênegihiştina’ mebesta nivîsê gunehkar bikin.

3- Zinarê Xamo yek ji wan kurdan e: her roj bi kurdî dinivîse, hayê wî ji wateyên ferhengî û neferhengî yên gotinan heye û gotinên xwe hildibijêre. Lewra bi ya min xwendevanên ew kurtenivîsa Zinarê Xamo ya li ser ‘reqlama alîkarîya Weqfa Barzanî û hukûmeta Kurdistanê’ xwendine, nivîs baş fam kirine. Lê Zinarê Xamo di ‘Bersiva rexneyan’ de xwendevan gunehkar kiriye ku ‘hin kes ji nivîsê aciz bûne’ (!) ‘bi neheqî min rexne dikin’ û nivîsa wî ‘fêm’ nekirine.

Reklam gotinek e gelek cara di bazara ticaretê û firotina malên ticarî de bi kar tê. Herkes reklama malê xwe dike ku bikir zêde bibin û xwedîyê wî malî jî zêde pere qezenc bike. Reklam pesindana malekî, fikrekê, daxwazekê ye ji bo firotinê. Van salên dawîyê jî reklam ewqas pir bûne, êdî xwedîyên reklaman ji bo firotinê derewan jî dikin. Di kurdî de yek ji wateyên ‘reklam’ ê jî pesindana bi derewan e. Di lîteratura siyasî de navê reklamê propaganda ye.

Di wê kurtenivîsa xwe de Zinarê Xamo dinivîse: ‘Hinek kurdên me hinekî zêde reqlama alîkariya Weqfa Barzanî û hukûmeta Kurdistanê şandiye dikin.

Birayên delal, ma kurd îro alîkariya hev nekin ewê kînga bikin?

Dev ji reqlema vê meselê berdin, ne xweş e.

Weqfa Barzanî jî, hukûemta Kurdistanê jî wezîfa xwe ya netewî û însanî kirine.

Bi hezaran kesên wek wan hene. Hin şexsan sed qatî wan alîkarî kirine. Kê çi alîkarî kiribe mala gişan ava be.’

Bi gotineka din Zinarê Xamo dibêje hin kurd (Zinarê Xamo ji xwe nagre navên wan binivîse, jê re ne girîng e. Gava ew dibêje xilas çênabe xwendevan jê bixwazin navên wan kurda eşkere bike) zêde reklama navê Barzanî û hukûmeta kurdî dikin. Ma ne wezîfa wan e ku alîkarîyê bikin. Îca hûn çima Weqfa Barzanî û hukûmeta Kurdistanê dinepixînin, li ser serê me mezin dikin ji ber ku alîkarî kirine. Bi HEZARAN KESÊN WEK WAN HENE (kî ne ew kesên BI HEZARAN, bi tenê xudê û Zinarê Xamo dizanin. Lê Zinarê Xamo çima navên wan û alîkarîya bi rastî jî gihiştî ziyandîtîyên bûvelerzê/erdhejê ji xwendevanan vedişêre bi tenê Zinarê Xamo û xudê dizanin). Zinar berdewam dike: HIN ŞEXSAN SED QATÎ WAN ALÎKARÎ KIRINE (Ew şexsÊN SED QATÎ Weqfa Barzanî û Hukûmeta Kurdistanê alîkarî kirine kî ne? Çima Zinar navên wan ji me vedişêre?).

Zinarê Xamo çima di vê dema xembar ya civaka kurdî de pêwîst dîtiye vê nivîsê binivîse? Çima dixwaze birîna kemgirtî ya civakê bixwirîne? Kîjan kurd dikare ji nivîsa wî mebesta wî fam neke? Ma Haydar Diljen yê ku Zinarê Xamo jî şiroveya wî ecibandiye, nivîsa Zinarê Xamo fam nekiriye?

Mebesta nivîsa Zinarê Xamo pir eşkere ye: Hûn bi xudê kin, bes pesnê alîkarîya Weqfa Barzanî û Hukûmeta Kurdistanê bidin. Ew wezîfa xwe dikin, û ne lazim e hûn pesnê wan bidin.

(Zinarê Xamo qet behsa alîkarîya Heyva Sor û Rêveberîya Bakurê Surîyê li Cindirêsê, derûdorên Efrînê û Helebê nekiriye, eger di vî warî de jî xwendevanan agahdar bike, wê xêrekê bike).

Çima em ê pesnê alîkarîya Weqfa Barzanî û hukûmeta Kurdistanê dîsa û dîsa û dîsa bidin? Birêz Ibrahim Yalçin, Tahsin Yilmaz, Halit Temli, Aziz Aliş, Kutbettin Aliş, Nuran Koyuncu, Bedran Acar, Behcet Tekinhan, Abdulgani Bakir, Seyda Goyan, Mehmet Fauzi Özmen bersiva vê pirsê wek şirove di bin kurtenivîsa Zinarê Xamo de daye.

-Şerîf Semsûr: Tu her hebi. Yek caran u yek tıştan dı ber çaven meruvan wenda dıbe. Ew nıvısiyate lı Ba mın gelek qedim bu. Hınek meruv hene wek dostanın le hedi hedi lı nınge meruv dexın, bı şekle ki dın Alikariya neyara dıkın carna meruv nawine. Gelek spas.

Omer Ozmen: Ne wexta mine ku ez cardin dur û dirêji ser wan kesên di navberê de binivîsim.
Tenê weha bêjim;
PKK, bi alîkarîya wan kesên di navberê de, rewayetîya sexte bi destxistin û li ber çavên wan welatê me wêran mirin .

Ax kesên di navberê de,
Wax kesên di navberê de.

-Reşat Onen: Dest Xweṣ Remzi Kerim Bira . Bila Haqid Çav Nebar û Nehezên . HUKUMETA . KURDISTANA FEDERE û SAZÎ YA XÊRXWAZÎ YA BARZANÎ . Rehet bin . Hewcedarî ( ihtiyacè Wan ji Relam û piropoganda Kesî Tuneye . Lewra . HUKÛMETA KURDISTAN u BARZANYAN DI PIRATÎKÊ DE . Rojên Sext û Tengayan de Destên Alîkarîya Biratìya Netewî û Mirovatî Dirêjî . 4 Beṣèn KURDISTAN KIRINE . HERWUHA 4 BEṢÊN KURDISTAN JÎ DI HER DEMÊN DIRÊJAHÎYA DÎROKÊ DE . PIṢTEVANÎYA HUKUMETA FEDERA KURDISTAN û Ṣ0REṢÊN BARZAZYAN KIRINE . LÊ BILA KURDÊN NEZAN MURÎDÊN TEKÎYAN . ZANIBIN . QAṢO HEYVA SORA KURDISTAN AKO . ÍSMET ÍMSET ê .MUSTEṢRÊ DEMÍREL . DAMEZRANÊ WÊYE û BO ÇÎ AVAKIRN ??? . HÊVÎDARIM MURÎ BIPIRSIN .

-Evdirehmanê Gundikî: Remzî Kerîm! bila destê te sax be û siheta te xweş be. miletê kurd bi çand û dilsojîya xwe ya mirovahî û bi nanderîya xwe hatîye naskirin. Dema dijminên miletê kurd jî pêwîstî li arîkarîyê heyîbe û xwe bavêje mala kesatîyên kurd ve. Ew kesatîyê kurd li berderîyê xwe neyarê xwe naêşîn e. Sedem Hisênê qatilê miletê kurd ji kec û jina xwe re gotîbû hegî ez bêm kujtin hûn xwe bavêjin bextê miletê kurd û mabata Barzanî de, ew dijminên me ne, lê ew dê xîyanetê li we nekin. Dema şikest li eskerên sedamî ketî û çekên xwe diavêtin û direvîn. Miletê kurd ew nedikujtin û xwarin û av di birin pêşîya wan. Ev erdhêj û felaketa li ser miletê kurd de hatî û pêwîstîya vî miletî li parûyek, nanê hişk heyî û destgehekî yê Kurdiatanî xwe li hindada miletê xwe bigihîne; gelo çawe mirov dê ji bona wî destgehî, nesipesdar be? roja îro ne roja bi kindarîyê ye!

-Rênas Awdal: Dest xweş kekş Remzî Kerim. Bêguman weqfa Barzanî wezîfeya xwe ya mirovayetî kirîye û hukumeta Kurdistanê jî wezîfeya xwe ya netewî bi cih anîye. Ev tiştekî hêja ye ku herkesek bilêv bike û belav bike.Ji ber ew karê hêja girêdanek organîk ya newtewî xortir dike û domdirêj dike. Ka şewa fer bû ku behsê rêkirina Pêşmergegyên Kurdistanê bo rizgarkirina Kobanî bê kirin û belavkirin. Di vê mirov hinekê bi wijdan be.  rundikan ji bo qorbanîyên erdhejê dibarînim 

-Seyda Goyan: Siheta te xweş bit. Gotinek heye dibêjin, kirîv ez ê te bibim beheştê ê file dibêje, îro şembî ye. Roj roja desthilanînê ye, destavêtina xîretê ye. Kesê di bin wan herifteyan de dijminê mirov jî be divê mirov wê kîna xwe di wê karesatê de neke firset. Kesê di vê karesatê de ji bo mirovayetiyê bête giyanek ji bin wan xirbeyan rizgar bike çawan siyaset tê bîra mirov? Eger Barzanî di roja teng de neyê hawara welatiyên xwe tekoşîna wan ya sed sale didin ji bo çî ye? Ew parvekirina min ya derbarê Weqfa Barzanî jî encama wê reaksîyonê bû. Kesê ji sedan yek qasî binemala Barzaniyan şehîd ne dabin mafê wan nîn in rexne bikin

-Lezgînê Çalî: Baştirîn xêra ko mirovek bike ew e ko bi nepenî bihêt kirin. Anko dema kitekes xêrê dikin, baştir e ko bi nepenî bikin, wesa nepenî ko kesê xêr bi wî dihêt kirin jî nezane kî bû xêr kiribû.

Lê dema sazîyeka neteweyî karekî bike (bila xêrkirin jî be) baştir e ko bihêt eşkirakirin. Ji ber ko eşkirakirina karên qenc yên sazîyên neteweyî riha neteweyê şa dike, hestên neteweyî geş dike, yekîtîyê xurt dike, berê neteweyê bi giştî dide qencîyê, dide hevdî û xemxwerîya ji bo hevdî.

Her ji bo vê meremê, qencîyên kitekesan jî baş e ko bihên eşkirakirin, lê bê eşkirakirina navê wan qencîkaran. Lê bila netewe bizane ko mirovên qenc hene û bila bibin nimûne ji hemî kitekesên wê neteweyê ra.

Ko Barzanî alîkarîya hingavtîyên bûvelerza Bakur û Efrînê bikin, ji qencîya wan e, lê baştir dibû ko bi nepenî ew qencî hatiban kirin.

Bi ser vê ra jî, dema sazîyên Başûrê Kurdistanê, çi yên Hukmeta Herêmê bin, çi jî yên ne-hukmetî bin, dema sazîyên neteweyî bin, dibê qencîyên wan bihên gotin, dibê netewe bizane ko ew jî wekî netewe heye, ko neteweyeka zindî ye û sazîyên wê, îmkan û şîyanên wê, hene.

Ko Zinarê Xamo bi eşkirakirina navê Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî di alîkarîkirina hingavtîyan da dilgiran dibe û wê dilgiranîya xwe dinivîse jî (anko bi tenê di dilê xwe da nahêle), ne di berjewendî ya neteweyê da ye.

Dibe ko, wekî ew dibêje, hindek kes hebin ko ji bo xweşirînkirina li cem Barzanîyan û Hukmeta Başûrê Kurdistanê wan "reqlamên zêde" bikin.

Lê wekî Quran dibêje, nabe ko xirabîya dijminan me li beranberî dîtina rastîyan kor bike. Yê ko ji bo xweşirînkirinê reqlamê dike li dawîya dawîyê xwe sivik dike.

Lê ji ber wî ez xeş û dirzan biêxim yekrîzîya neteweyî, hestên neteweyî kiz û lawaz bikim, hingî min karekê ji karê wî "xweşirînkerî" xirabtir kirîye.

Bila em bi dîtina qencîyên hevdî neêşin, bila em xwe wekî netewe xwedî-sazî û xwedî-şîyan bibînin, bila ji dil em bi serkevtinên hevdî şa bibin.

Serkevtina neteweyan di serkevtina kitekesan û kite-sazîyan da ye. Ma dê netewe çawa pêş da here heker kitekesên wê pêşdaçûyî nebin?

Bila dilê me bi qasî axa welatê me fireh, bi qasî evîna dilê dayîkên me germ û bi qasî roja welatê me geş be. Bila serê me li her derê bilind be dema dibêjîn "Em kurd in".

-Nûrî Çelîk: Dewleta Tirk, PKK, dezgeh û çapemenîyên wan heta ji wan tê ambargoyê datînin ser Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û naxwazin navê Kurd û Kurdistanê bînin ser zimanê xwe. Naxwazin civaka Tirkiyê ji Kurd û Kurdistanê, ji xêr û alîkarîya Barzanî û hikûmeta Kurdistanê haydar bibin.

 

Di erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê de milletê Kurd derbek mezin xwar, brînek mezin di laşê wî de vebû û dibe ku bi dehê salan jî ev felaketa bi êş û jan neyê jibîrkirin.

Li gor texmînên hinek pisporên erdhejê, hejmara mirîyên erdhejê wê ne kêmî 200 hezarî bin. Û ji sedî 90ê wan jî mixabin Kurd in.

Di vê erdheja giran û bê însaf de alîkarî û piştgirîya her insanî, her dezgeh û her welatî girîng e û erkek ji erkên mirovatîyê ye. 

Yek ji wan dezgehên ku erka xwe ya mirovayî û bratîyê pêk tîne jî bêguman Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji roja pêşîn de destê alîkarîyê dirêjî brayên xwe yên Bakur kir û niha jî destê alîkarîyê dirêjî brayên xwe yên li Rojava û bi taybet Cindirês û Efrînê dike.

Ev yek cihê şanazî û serbilindîya temamê Kurda ye, divê wilo be jî.

Dewleta Tirk, PKK, dezgeh û çapemenîyên wan heta ji wan tê ambargoyê datînin ser Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û naxwazin navê Kurd û Kurdistanê bînin ser zimanê xwe. 

Naxwazin civaka Tirkiyê ji Kurd û Kurdistanê, ji xêr û alîkarîya Barzanî û hikûmeta Kurdistanê haydar bibin.

Nîjadperestîyê ew kor, kerr û lal kiriye. Di çapemenîya xwe de (îstîsna ne tê de) behsa alîkarîya her welatî dikin, lê weke ku Kurdan alîkarîya wan nekiribe dev û çavên xwe ji rastîyê re digirin. 

Rastî heta bi astekê tê veşartin. Lê piştre ew rastî eşkere dibe, li nav ser û çavên wan dikeve û li wan vedigere.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî erkên xwe yên brayetî û merivantî bi cîh anî û tîne. Piştî alîkarîya Bakur, îcar destê alîkarîyê gihand Efrîn û Cindirês a Rojava û bi hawara brayên xwe ve çû.

Çawa ku Barzanî doh bi hawara Kobanê ve çûn û Kobanê radestî terorîstên ÎŞÎD ê nekirin, îro jî Efrîn û Cindirês bi tenê nehiştin.

Ev erkek netewî, brayetî û herweha erkek mirovatî ye jî. Karwanê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê bi alên rengîn hat pêşwazîkirin.

Ev jî dide xuyakirin ku Barzanî li ku bin, ala Kurdistanê li wir e. Barzanî li ku bin, Kurdayetî û Kurdistanîbûn li wir e.

Li vir mijara ku emê li ser rawestin ne hest û helwesta çapemenîya dewleta Tirk yan a PKK û çapemenîya wê ye.

Hest û helwesta hinek kesên ku di medya civakî de xwe wek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar didin nasîn e.

Ew kesên ku bi salan di nav partîyên siyasî yên Kurd de siyaset kirine û xwedêgiravî xwe Kurd û Kurdistanî dibînin, bi heman hest û helwesta dewleta Tirk û PKK xwe nêzîkî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikin û naxwazin zêde reklama vê dezgeha pîroz bê kirin.

Her dezgeh, her millet û her dewlet gava tîm û şandeyên alîkarîyê dişînin welatê erdhejê, hem propaganda xwe û dewleta xwe dikin, hem jî ev yek ji wan re dibe reklam û bi vê reklamê di awira gelemperî de hebûna xwe disepînin. Sedema ku dezgeh û çapemenîya dewleta Tirk û PKK behsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û alîkarîyên Hikûmeta Kurdistanê nakin û jê direvin, ev reklam e. Behskirina dezgehê tê wateya reklamkirina wê.

Reklamkirina wê, tê wateya naskirina wê. Naskirina wê jî tê wateya qebûlkirina Barzanî û hebûna Kurdistanê. Sedema kerr, kor û lalbûna wan ev e.  

Baş e, îcar çi agir bi wan kesên ku ne hevalên dewletê û PKK ne, ketiye? Çima li dijî reklamkirina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî derdikevin?  

Gelo bi vê helwesta xwe xizmetê ji dewleta Tirk û PKK re nakin?

Dewlet naxwaze reklama vê dezgehê bê kirin, PKK naxwaze bê kirin û ev kesên xwenenas naxwazin bê kirin. Ev ne dilxirabî û neyartî be naxwe çi ye?

Kî û kîjan dezgeh, partî û dewlet reklama xwe nake û naxwaze bike? Yan wek her tiştî, reklam ji xelkê re adet lê tenê ji Kurdan re qebhet e? Ev çi mejî ye, çi hest û helwest e, çi Kurdayetî û çi şorbe ye!

Werhasilî kelam, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di rojên herî teng û giran de brayên xwe yên li Bakur û Rojava bi tenê nehişt. Berî herkesî ew bi hawara brayên xwe ve çûn. Heger reklam be reklama herî mezin wan heq kiriye. Heger reklama zêde xirab be, ew xirabî li ser herdu çavan hatî. 

Û yek ji şaşî, xeletî û kêmasîya me Kurdan çi ye hûn zanin?

Wek Kurd em zêde reklama xwe nakin!

Alî Oncu: Ez Danasîn û Pesindana Xêrxwazî Ya Weqfa Barazanî Erkekî Millî Dibinim.

Heta Ku Rih Di Bedena Min De Hebe Ez ê Vî Erkê Millî û Kurdperwerî Pêk Bînim.

Temsîlîyeta Milletê Kurd, Heyvan û Cewherê Kurdîstanî Bi Hebûna Malbata Barzanîya Tê Paraztin û Domandin.

Ez ê Reklama Xêrxwazî Ya Weqfa Barzanî Bikim. Xwê An Îsota Rûhayê Di Qûna Kê De Be, Ji Min Re Ne Xem e.

Gelo Hata “Anlamîş” Kirin?

Kekê Nurî, Destê Te Sax, Dilê Te Geş û Mala Te Ava Be.

Fahrî Olçer: Hinek camêr ji Weqfa Xêrxwazîya Barzanî gelek acizbûne.

Gelo ev acizbûna wan çima?

Huseyin Kaplan: Axin u feryad tu feyde naki tiştin heni diba go meriv ne diwe tegihiştiyedabi lé mixabin ew gotin ew nivisé bé sinor ji dirokéri dibine mal lavé lav ne hewceyi derbé cihéxwe girtiyi ma qey tuji né diwé bahweriyedayi go ew nivisateyi kambax bé waté bi qendi erdheje li ser kurdé netew parez bandora xwé çekir yek li té dikevi go germa germa tu üzraxwe ji gellé xwéyi merxas u dilsoz bixwazi diba go daxwazya diléte né ewbéji mixabin qélémate ne wek dilete nivisiyi

biryar yatéyi mixabin té dil u cergé milyona şewitand
2023-02-16

 

XXX

Zinarê Xamo:
Bersîva rexneyan

Hin kes, hin heval ji vê nivîsa min aciz bûne, lema jî bi neheqî min rexne dikin. Bi baweriya min nivîs fêm nekirine.
Mesele çi ye, di nivîsa xwe da min çi rexne kiriye?

Wek gelek welat, kes û dezgehên din, Kurdistana Başûr û Weqfa Xwêrxaziya Barzanî jî bi hin alîkariyan çû hawara birayên xwe yên mexdûrên erdhejê. Mala wan ava be, wezîfa xwe ya netewî kirin, dibê bikin jî.

Min tiştekî li dijî vê negotiye, min alîkariya Kurdistana Başûr û Weqfa Barzanî rexne nekiriye. Min pesnê wan daye, min gotiye wezîfa xwe ya netewî kirine.

Di medyaya sosyal da hin kesan zêde qala vê alîkariyê kirin, gotin a Barzanî ev e, bibînin Barzanî çi dike û gelek pesnên din li dû hev rêz kirin.
Min jî got:
”Hin kurd zêde reqlama alîkariya Weqfa Barzanî û hukûmeta Kurdistanê şandiye dikin. Birayên delal, ma kurd îro alîkariya hev nekin ewê kînga bikin?
Dev ji reqlema vê meselê berdin, ne xweş e.
Weqfa Barzanî jî, hukûemta Kurdistanê jî wezîfa xwe ya netewî û însanî kirine.”

Wek tê dîtin min di heqê alîkariya Weqfa Barzanî û Hukûmeta Kurdistanê da tiştekî xerab negotiye, min gotiye helbet ewê bikin, wezîfa xwe ya netewî kirine.”

Do ji ber ku medyaya tirk qala alîkariya Kurdistana Başûr nekir, min ew rexne kirin, min got:

”Medyaya Tirkiyê dema navên welatên alîkarî şandine û hatine hawara zelzelezadeyan rêz dikin, qala alîkariya Kurdistana Başûr nakin, nabêjin ji Kurdistana Başûr jî tîmekî alîkariyê û gelek tuxtur hatine alîkariya milet dikin.”

Yanî gava dijminên me ji ber neyartiya bi miletê kurd ra alîkariya Kurdistana Başûr bincil kirin, di medyayayê da navê wan zikir nekirin ez li dij derketim, min medyaya tirk rexne kir, min Hukûmeta Kurdistanê û Barzanî parast.

Di nivîsa min da rexneya min li kesên şalûz in, dixwazin bi şalûziyên wiha xwe bi PDKê û Barzanî şîrîn bikin. Lema jî berê rexneya min ji ser xwe dadigerînin, didin aliyekî din. Dibê meriv wek mirîdên Evdila Oclalan neke.

Di nivîsa xwe da min pesnê alîkariya kurdan daye, min gotiye:

”Kurdan wek milet îmtihaneke pir baş dan, baş alîkariya hev dikin. Ev yek ji bo yekîtiya netewî, ji bo xurtkirina ruhê kurdayetiyê tiştekî baş e, di rojên pêş da ewê bi kêrî tevgerên siyasî were, kurd ewê ji vê îmtîhana xwe ya baş, ji vê piştgiriya xwe ya netewî fêdê bibînin.”

Lê hin kes van gotinên min difroşin min, bi van gotinên min şîreta li min dikin.

Bersîva du xortan:

Ez aciz nebûme, min gotiye "hinekî zêde" dubare dikin. Min gotiye dubarekirina "zêde" ne rast e, ne hewce ye. Xwarina "zêde" zikê meriv diêşîne. Vexwarina "zêde" meriv serxweş dike. Axaftina "zêde" kesên der û dora meriv aciz dike. Lê ji ber vê gotinê ferman li min rakirin.

Heyra,bi vê gotinê minh rê li ber alîkariya kurdan negirt, min heqeret li kesî nekir. Hin kes ji bo ku ji PDKê hinek ji wan ra bibêjin eferim, zêde şelafî kirin.

Min jî got ne hewceye meriv hewqasî dubare bike. Rexneya min ne li alîkariyê, li şelefan bû.

Lê camêran ez wek xayinê miletê kurd yê herî mezin îlan kirim. Bi sedan li min hatin hev, bi sedan nivîs li ser vê gotina min nivîsîn. Xeberên nemayî ji min ra dan. Mêrikan ji min ra kiribûn ser hev, bi vê hincetê heyfa xwe ji min hilanîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE