11 februari 2023

Tofana erdhejê roj bi roj mezintir dibe

Min dîsa bi tirs kompîtora xwe vekir. Bêyî risim û xeberên erdhejê yên dilşewat di medyayê da tu xebereke kêfa meriv bîne tune ye.

Hin malbat bi qiç û pîlan ve(11 kes)giş bûne qurbanê vê tofana mezin. 
Li hemberî rismên wan kezeba meriv perçe dibe.

Li Mereşê, li Semsûrê, li Entabê(Dîlokê), li Meletyê, li Hatayê jimara kesên mirî hatine dîtin saet bi saet zêdetir dibin.

Berpirsiyarên dewletê dibêjin jimara kesên mirî li dora 20 hezarî ye, birîndar jî 77 hezar in.

Lê ev ne rast e, pir mixabin jimara miriyan pir zêde ye û ewê hîn jî pirtir bibe.

Jixwe kavil ji erdê hîn giş ranebûne, lema jî kes nizane çend kes di bin kavilan da hene.

Li gorî hin texmînan li qeza Entabê, Îslahiyê tenê jimara miriyan kane 20 hezar be.

Ev yek li Semsûrê(Adiyamanê), li Mereşê, li Meletyê, li Entab û Hatayê jî eynî ye. Haya dewletê ji gelek gundan tuneye.

Dibêjin gelek kes miriyên xwe bêyî ku navên wan bidin qeydkirin gorr dikin. Hin kes jî bêyî ku nasnameyên wan werin tespîtkirin hatine gorrkirin.

Milet li di vê sermayê da li derve ye, di nav xerebayan da hîn li xizmên xwe digerin. Kêmbûna sitarê û xwarin û vexwarinê roj bi roj zêde dibe.

Kurd, partiyên kurdan, dezgehên wan bi şev rû roj, bi rûh û can dixebitin, alîkariya mexdûrên erdhejê dikin. Bi hezaran kesî deriyên malên xwe, otêlên xwe, fabrîqeyên xwe ji mexdûrên erdhejê ra vekirine.

Lê dîsa jî têrê nake. Çimkî erdhej li ser coxrafiyeke pir mezin çê bûye û herî kêm li dora 5-6 milyon însanî ji erdhejê zirar dîtine. Lema jî kaoseke pir mezin heye, ev kaos û perîşanî ewê pir bajo. Însanên ji mirinê xelas bûne ewê bi ku da herin, li ku bi cî bibin, çawa debara xwe bikin?
Yanî gelş pir mezin e…
Heger hewa hewqasî ne sar bûya îhtîmala xelaskirina gelek kesan ewê zêdetir bûya. Lê sar û sermayê ev îhtîmal kêm kiriye, yên di erdhejê da nemiribin, piştî 6 rojan saxmayina wan mûcîze ye. Hêvî dikim mûcîze zêde bin.

 

5 kommentarer:

  1. "Bêyî risim û xeberên erdhejê yên dilşewat di medyayê da tu xebereke kêfa meriv bîne tune ye." Mamo weku di vê hevokê da xeletîyeka îfadekirinê he be. Ji kerema xwe dikarî lê binêrî?

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ez tu şaşiyekê nabînim. Tu bibêje, çi şaş e?

      Radera
  2. Hevok bi awayekî weha hatîye sazkirin, mirov dibêje qey vî tiştî îfade dike: risim û xeberên dilşewat ên erdhejê kêfa me tînin û ji bilî wan tiştekî ku kêfa me bîne tune ye.
    Ne ku ez dibêjim tu weha difikirî, lê daçeka "bêyî" maneyeka weha çêdike. Dizanim mebesta te ev e: di medyayê da bi tenê risim û xeberên dilşewat hene, lê tiştekî ku kêfa mirovan bîne, tune ye.

    Nizanim min xwe da famkirin?

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ez te fêm dikim, meriv kane bi çend hawan bibêje. Lê cumleya min jî ne şaş e.
      Mesela, bêyî xeberên mirinê, zulmê, di medyayê da tu xebreke kêfa meriv bîne tune ye.

      Radera
    2. Sipas ji bo ku te serê xwe pê ra êşandiye. Mala te ava be.

      Radera

PARVE BIKE