12 februari 2023

Îşkencekirina însanan barbarî ye

Li herêmên erdhejê bûyerên pir ne xweş, barbarî dibin. Pûlis û hin çeteyên faşîst xelkê îşkence dikin û vîdeoyên lêdan û îşkenceyên xwe di medyaya sosyal da belav dikin. Dibêjin ev kes diz in, malên xelkê talan kirine.

Mimkûn e rast be, bi rastî jî hin kesan di van rojên trajîk da ev bêûjdanî kiribin, lê riya vê ne îşkence ye. Dibê ew kes teslîmî hêzên ewlekariyê û edaletê bibin.

Heqê tu kesî tune ye xelkê bi hovane îşkence bike û vîdeoên îşkenceyên xwe belav bike.

Lê li Tirkiyê ev hovîtî pir tê dîtin. Çimkî civat qebûl dike, çimkî dewlet qebûl dike.

Di gelek vîdeoyan da meriv dibîne xelk tazî kirine û îşkence dikin. Li hin deran wek gurên har însanan lînc dikin.

Dûra derketiye gelek kes ne diz bûne, şêniyên wê derê bûne, di bin kavilên malên xwe da li tiştên xwe geriyan e, xwestine tiftarên xwe derxînin.

Lê bi şika ew diz in lînc kirine.
Civata tirk civateke paşdamayî, hov û irqçî ye. Hovîtî, Irqçîtî û neyartiya kurdan sê xusûsîyetên civata tirk e.

Di medyayê da navê dewletên çûne alîkariyê yek bi yek dibêjin, navê Kurdistana Federe û Weqfa Barzanî tenê nabêjin, qet qala alîkariya wan nakin. Heta hinek alîkariya Kurdistana Federe ji bo xwe talûke dibînin, dixwazin rê li br were girtin.

Ji bo ku navê Kurdistana Federe û Weqfa Barzanî li ser erebeyan xuya neke, panakartên ji ser wesayitan rakirine, ser ser amblem û navê Kurdistanê girtine.

Ev irqçîtîye, neyartiya miletê kurd e. Kurdên başûr berî her kesî li gorî îmkanên xwe çûn hawara mexdûrên erdhejê, ji dêlî ku sipasî kurdan bikin, bibêjin mala we ava be, sansor danîne ser navê kurd û Kurdistanê û alîkariya wan.

Ev ne karê merivên medenî ye, ev yek îspata kultureke hov û barbar e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE