12 februari 2023

Çeteyên ereb nahêlin alîkarî zû bigihîje kurdan

Çeteyên Mixalefeta Sûriyê û Tirkiyê rê li ber alîkariyên kurd dişînin digrin, ev 4-5 roj karwanê alîkariyên Rêveberiya Xweser li ber Deriyê Um Celûd sekinandine, nahêlin alîkarî zû here Efrînê û herêmên erdhejê yên din..

Alîkariyên berdidin jî rindikî nadin kurdan, didin ereban. Yanî di vê roja teng da jî dev ji irqçîtî û neyartiya kurdan bernadin. Naçin hawar û alîkariya kurdan, hêzên lêgerînê dibin gund û herêmên ereban.
Yanî heta ji destê wan tê kurdan terkî mirinê dikin.

Li gorî xeberên di medyaya sosyal da belav bûne, alîkariya Kurdistana Federe û Weqfa Barzanî şandine çeteyên Tikrkiyê nedane kurdan, bi piranî li ereban belav kirine. 

Bi texmîna min ewê rast be, hêzên welatê kurdan dagir bikin, wek qesaban serê kurdan jêkin, ewê alîkariyê jî nedin kurdan, ewê bixwazin kurd bimrin.

XXX
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths li Mereşê gotiye hetanî kavilên xaniyan ranebin zahmete meriv jimarekê bide, lê bi texmîna min jimara miriyan ewê ji 50 hezar kesî derbas bike.
Ez jî di wê baweriyê da me. Bi texmîna min jî jimar ewê pir zêde bibe, heger negihîje 100 hezarî baş e.
Çimkî 8 bajar û gelek qeza û gund wêran bûne, belkî 5-6 milyon însan li van herêman dijiyan. Nuha ew bajar nemane, dibê giş ji nuh ve werin avakirin. Ev kar jî ewê gelek salên dirên bigire. Hewqas însan ewê bi ku da herin, li ku bi cî bibin gelşeke pir mezin e.

XXX

Li Semsûrê malbata di erdhejê da çend kes jê nemiribe tune ye. Ji hin malbatan yek kes jî xelas nebûye.

Mirî hewqasî pir in cenazeyan neşuştî û bêkefen gorr dikin.

Mixabirê Rûdawê Rawîn Stêrk gotiye, ”qîrîn û hawara jinên semsûrî ji ber kavilên erdhejê digihîje asîmanan…”

Tiştê hatiye serê me hetanî nuha nehatiye serê kevir û daran.

XXX

Li hemberî dîmenên tofanê ez dibînim û tiştên ez dixwînim û dibihîzim janeke zirav bi dilê min dikeve, nizanim çi bibêjim, bi kîjan gotinê, bi kîjan teswîrê êşa dilê xwe bidim der.

Welato, miletê bêkes, ev çi tofan bû hat serê me ?

Birîn pir kûr e, êş pir mezin e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE