12 februari 2023

Hêza alîkariyê ya Îsraîl ji ber gefên cidî yên ewlehiyê vegeriya welatê xwe

Tîma rizgarkirinê ya Îsraîl United Hatzalah ji ber tunebûna ewlehiyê karê xwe rawestandiye û gotiye ewê vegerin welatê xwe.

Tîma United Hatzalah ya Îsraîl di hesabê xwe yê Twitterê da gotiye: “Ji ber gefên cidî yên ewlehiyê me kar û barên xwe yên rizgarkirinê rawestand, tîma me di demeke nêzîk da vedigere Îsraîlê.”

Welatekî din jî du sê roj berê ji ber tunebûna ewlehiya canê wan dev ji xebatên xwe berdan û vegeriyan welatê xwe.

Ev yek ji bo welatekî, ji bo miletekî rûreşiyeke mezin e. Xelk çûye gazî û hawara wan, ji dêlî ku sipas bikin, kesên çûna bidin ser serê xwe, gefan li xelkê dixun, xelkê mecbûrî revê dikin.

Bi texmîna min jiyana tîma Kurdistana Federe jî di talûkê da ye, li gorî xeberên di medyaya sosyal da belav dibin hin kes bela xwe di wan jî didin.

Bêguman ev yek bêyî haya dewletê nabe, dewlet bixwaze kane tedbîrê bigire.

XXX

200 wasîteyên ji Kurdistana Federe yên alîkariyê, çûne hawara depremzadeyan ji alî waliyê Semsûrê ve hatine sekinandin, rê nadin xebata wan. 

3 rojan li gumrikê rawestandine, ev du roj in jî li Semsûrê serî li wan digerînin, nahêlin bi navê kurd û Kurdistanê û Barzanî bixebitin. Di rojeke wiha da jî dev ji neyartiya kurdan bernadin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE