13 februari 2023

Cezayê diziyê ne lînckirina diz e !

Li Tirkiyê, li herêmên erdhejê bi trajedîya mezin ra hin hovîtî, barbarîyên nemirovî jî berdewam in. Bi îthama dizî kirine însan tên lînckirin. Sê kes li Hetayê li navçeya Defneyê lînc kirine û termên wan wek berateyan avêtine wê ortê.

Qewm û civatên barbar, hov di rojên giran da, di tofan û bobelatên mezin da, di cengan da xuya dibin, ji hev tên gerandin.

Em bibêjin bi rastî ew hers ê kes diz bûn.
Ma cezayê diziyê lîckirine, kuştin e?

Ma di qanûnên Tirkiyê da cezayekî wiha heye, dibêje dema we diz girt bukujin?
Civata tirk civateke pir paşdamayî ye, însanên xwe bi kultur û îdeolojiyeke hov, sadîst, bêmerhemet perwerde û mezin dike.

Barbarî çi ye?

Barbarî, qebetî ye, hovîtî ye, qewm û civata medenî nebûye, ji heq, huqûq, edaletê, însanîyetê fêm nake. Tiştê zane zor e, zorbatî ye, kuştin e, lînckirina însên e.

XXX
îma rizgarkirinê ya Îsraîlê United Hatzalah ji ber tunebûna ewlehiyê karê xwe rawestandiye û gotiye ewê vegerin welatê xwe.

Tîma United Hatzalah ya Îsraîl di hesabê xwe yê Twitterê da gotiye: “Ji ber gefên cidî yên ewlehiyê me kar û barên xwe yên rizgarkirinê rawestand, tîma me di demeke nêzîk da vedigere Îsraîlê.”

Welatekî din jî du sê roj berê ji ber tunebûna ewlehiya canê wan dev ji xebatên xwe berdan û vegeriyan welatê xwe.

Ev yek ji bo welatekî, ji bo miletekî rûreşiyeke mezin e. Xelk çûye gazî û hawara wan, ji dêlî ku sipas bikin, kesên çûna bidin ser serê xwe, gefan li xelkê dixun, xelkê mecbûrî revê dikin.

Bi texmîna min jiyana tîma Kurdistana Federe jî di talûkê da ye, li gorî xeberên di medyaya sosyal da belav dibin hin kes bela xwe di wan jî didin.

Bêguman ev yek bêyî haya dewletê nabe, dewlet bixwaze kane tedbîrê bigire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE