14 februari 2023

Trajediya tofana erdhejê roj bi roj mezintir û berfirehtir dibe

Li herêmên erdhejê di nav kesên hatine rizgarkirin da 291 zarokên nasnameyên wan ne diyar in hene.

Wezîra Malbatî û Xizmetên Civakî Derya Yanikê gotiye 1362 zarok li nexweşxaneyê tedawî dibin, di bin çavdêriyê da ne. Ji van zarokan nasnameyên 291 zarokan hîn nehatine tespîtkirin.

Ev jî gelşeke mezin e, çimkî hin zarok hene ji malbatên wan kes nefilitî ne.

Hinekên wan biçûk in, navên xwe, navên dê û bavên xwe nizanin. Welhasil trajedî pir mezin e.

XXX
Rojnamevana tirk Ferda Yildirim, di kanal Yuotubê da ji alimê erdhejê yê japon Yoshînorî Morîwakî di mesela tedbîrên li hemberî erdhejê da ferqa nabêna tirkan û japonan jê pirsîye. Pisporê japon gotiye:

”Ez dixwazim berê viya ji w era bibêjim, em jî dua dikin. Lê berî duakirinê em tedbîrên xwe sedîsed digrin, dûra dua dikin. Di her odeyeke me da av û tûtikên di nav naylonan da hene.

Ferqeke me û we jî saxlemîya avahîya ne, dibê meriv bizanibe xanî saxlem lê bûye ya na?”

 
XXX

Carnan hin tiştên mucîzewî diqewimin, kêfa meriv tê. Li Semsûrê(Adiyamanê)îro, 9 rojan, 198 saetan piştî erdhejê yekî bi navê Muhamed Cafer Çetîn ji binê kavilan sax xelaskirine. Carnan meriv zora mirinê dibe, sax dibîne.

9 rojan di binê kavilan da mayin ezabekî nayê teswîr kirin.

Ez bawer dikim hîn jî yên sax werin dîtin hene, sibe jî, dusibe jî hinekên sax werin dîtin. Ji şansê wan yê xerab ra hewa sar e, dinya germtir bûya û hêzên xelaskirinê pirtir bûna zayîat ewê hewqasî ne zêde bûya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE