15 februari 2023

Ziman lal bûye, dil jan dide

Ji roja erdhejê da ye nikanim qala mijareka din bikim, tiştekî ne li ser erdhejê û vê tofana hatiye serê me kurdan binivîsnim.

Hin mijar di serê min da diherin û tên lê nivîsîna li ser tiştekî din wek şermê û bêûjdanîyê dibînim.

Ji xwe ra dibêjim, li welatê te bi sedan, belkî jî bi hezaran termên zarokan, dayikan, kal û pîran hîn di bin kavilên bajar û gundên wêran da ne, di rojeka wiha da tu yê çawa û bi kîjan ûjdanî qala tiştekî din bikî?

Aqilê min, fikrê min, hişê min wer li herêmên erdhejê ye, tim li rsiman û vîdeoyan temaşe dikin, li xeber û hevpeyvînên dilşewat gudarî dikim.

Şîn ne tenê li ser xerabeyên, kavilên gund û bajarên wêranbûyî heye, ev 8 roj in em jî şînî ne, li mala me jî we şîn û axîn û oxîn e…

XXX

Di erdhejê da yekî ji mirinê xwelas bûye gotiye:

”Ez û malbata ji mal silamet xelas bûn. Em bi viya ne kêfxweş in. Nîvê cîranên me di binê kavilan da ne, ewê bi molozên kavilên xaniyan ra bavêjin ser sergo. Li Meletyê êdî tu tişt ewê ne wek berê be. Tax vik û vala ye, bêyî kesên di binê kavilan da her kesî bajar terikand.”

XXX

Li Hetayê personalekî karê rizgarkirinê Ala Tirk li ser kavilên xaniyekî 8 qatî, bûye wek girekî bilind daçikandiye.

Bi vî hawî serketin û zafera xwe û Tirkiyê nîşanî dinyayê daye, qey xwestiye bibiêje bira dinya bibîne em wiha dikin !

EMILY GARTHWAITE / NEW YORK TIMES

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE