16 februari 2023

Baş û xerab ewê tim bi hev ra hebin

Bi vê  tofan û bobelata erdhejê ra her roj meriv tiştên nuh dibîne û dibihîze. Virekan, sextekaran, dilsozên welatê xwe, însanên fedekar nas dike.

Li dinyayê her tişt mimkûn e, ne dawiya başiyê tê, ne jî ya xerabiyê.
Ne dawiya însaniyetê tê, ne jî ya hovîtiyê û irqçîtiyê.
Ne dawiya edaletê tê, ne jî ya bêedealtiyê, dîktatoriyê.
Ne dawiya rastiyê tê, ne jî ya derewan û sextekariyê.
Ne dawiya bext tê, ne jî ya bêbextiyê. Ewê tim bi hev ra hebin.

Ne dawiya dilpakiyê tê, ne jî ya dilreşiyê.
Her tişt bi ziddê xwe ra heye, dinya li gorî vê ava bûye, bi van zidan ra çerx dibe.
Her yek di şert û zemînê misaid da xwe nîşan dide. 

Lema meriv matmayî bimîne jî her tişt mimkûn e. 

Merivên baş jî, yên xerab jî, hevalên ji dil jî, yên derewîn jî ewê tim hebin. 

Heta roja mirinê mirivê tim tiştên nuh bibîne, tim kesên baş û xerab, bibext û bêbext, mêr û şelafan bibîne, nas bike; carnan kêfxweş bibe, carnan jî xeyalşikestî.

 
XXX

Resamê kurd Hakan Yaşar gotiye:

”Sinet sebir nîşanî min da. Twîtterê jî merivên xerab kanin çi bikin û bêçaretiya merivên baş nîşanî min da. Gelo kesên bêçare kanin bi sebir bin?”

Erê wele, tu rast dibêjî. Medyaya sosyal nîşanî me da merivên xerab çiqasî pir in û li gorî jimara xwe gelek xerabiyan dikin.

Berê jî pir bûn, lê me ew û xerabiyên wan nedidît, nedibihîst.

XXX

Xortekî bi profîla Demhat welat 6321 di twîtterê da gotiye ”ala tirk ne sembola başiyê ye.”
Lê ev gotina xwe ne bi kurdî, bi tirkî nivîsîye. Min wiha bersîv dayê:
”Xortê delal, bi tirkî nebêje, em ne tirk in, bi kurdî bibêje. Komentara xwe ya bi tirkî rake.

Here were peyveke, kurdî fêr bibe.

Heger tu bi kurdî nizanî vê peyva xwe di "translate googlê" da bike kurdî.

Bi îngilîzî, fransî, almanî, îspanî binivîsîne.

Lê ne bi tirkî !”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE