05 januari 2023

Berfê hawirdor xweş kiriye

Erê meşa di berfê da xweş e, lê em ji sermê şewitîn. Em 70 deqeyî li daristanê di nav berfê da meşiyan. Tiştê baş belediyê rê vedabûn, meş rehet bû.

Xweza pir xweş bûbû. Sipîbozî û biriqîna berfê çavê me qarixî dikir. Dibê meriv berçavka rengîn bide berçavê xwe.

Xanim ji hal da ket, xwe bi zor xwe gîhand malê. Ez jê xurttir bûm.

Piştî westanek wiha qahwe pir xweştir dibe. Me bi fîncanek qahwa tahl westa xwe girt.

Çûna meclîsa tirkan ji bîr bikin !

Li Tirkiyê bi emrê Mahkima Destûra Esasî dest dane ser alîkariya xezînê ya HDPê, hesabê partiyê jî bloqe kirine.

Ev biryara Mahikmeya Destûra Esasî tê maneya ewê HDPê bigrin.

Dibê kurd êdî qebûl bikin ev dewlet ne ya me ye, dewleta tirka ye.

Tirk naxwazin êdî kurdan di meclîsa xwe da bibînin. Dibê kurd jî vê rastiyê qebûl bikin û dev ji çûna meclîsa tirkan berdin û avakirina partiyên nuh berdin.

04 januari 2023

Li ser xebera mirina kekê Mehdî Zana


Vê sibê saet 08.00a çer min kompîtora xwe vekir, min dît gelek kesan xebera mirina kekê Mehdî Zana belav kirine, mesajên serxweşiyî belav kirine.

Serê sibê ya elah ya fetah ez ne li bende vê xebera reş bûm, ez pir xemgîn bûm.
Kekê Mehdî ne nexweş bû, min got qey dilê wî sekinîye…

Lê min tiştek nenivîsî, ez ketim xem û xeyalan, min sohbetên xwe yên pê ra û hedîtina xwe ya dawî anî ber çavên xwe. Min got bira hinekî bimîne, ezê dûra binivîsînim.

Bûme wek rêwîyekî nizanim diherim ku...

Berê her sibe dema ji xew radibûm karekî minê bikira, hedefeke min hebû. Minê bîranînên xwe, notên xwe yên rojane binivîsiya.

Lê bîranîn di dawiya salê da qediyan. Lema jî nuha sibehan dema ji xew radibim bêhedef im, kompîtorê vedikim nizanim ezê çi bikim, çi binivîsînim.

Bûme wek rêwîyekî ketime rê, lê nizanim diherim ku, berê min bi ku da ye.

Bêhedefî, bêprogramî nebaş e, di jiyanê dibê tim hedefeke meriv, xeyaleka meriv hebe.

03 januari 2023

Kurdên sosyalîst

Weşanxaneya Nûbiharê li ser kurdên Sosyalîst yên Sovyetê  kitêbeke hêja çap kiriye.

Li ser berhemên kurdên Sovyetê yên edebî, tarîxî, zimên,
folklorîk gelek tiştan hatine nivîsîn. 

Hin jê wan bi xwe nivîsîne, hin tişt jî kesên din nivîsîne,
xebatên wan, berhemên wan dana naskirin.

Lê hetanî nuha li ser rewşa wan ya aborî, îdeolojîk, siyasî, sosyal, kulturî lêkolîneke akadamîk nehatiye kirin. Heger hatibe kirin min bi xwe nedîtiye.

Mala HEZKURDê hezar carî ava be

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) îsal jî xebatên xwe yên ji bo hilbijartina dersên kurdî didomîne.

350 kesên xwebeş li gelek bajarên Kurdistanê di nav xelkê da dixebitin, belavokan belav dikin, ji dê û bavan dixwazin zarokên wan di dibijstanên seretayî û navendî da desrsên kurmancî-zazakî hilbijêrin.

Xebateka hêjayî teqdîr û pesnê ye. Ji bo gelê xwe xebateka baş dikin. Dibê meriv vê xebatê berfirehtir bike.

02 januari 2023

Min vê carê jî zora nexweşiyê bir

 


*Ez bawer dikim bi vê aletê min zora bînçikandinê bir, êdî ji nexweşiyê berbî başiyê ve diherim.
Îro ezê biçûma ser tuxtor lê neçûm. Vêsê min bala xwe dayê ez hinekî baş bûme, kanim bîna xwe ji pozê xwe(ji bîvila xwe) bigirim, kuxuk jî new ek do, kêm bûye.

Ev çend roj in ez bi pompeyekê pozê xwe dişom, fêda wê pir çê bû. Hinek ava bi xwê diximê û serê wê dixim firnikek xwe û avê şirinxeyî pozê xwe dikim. Av ji firnika din tê xwar, poz paqij dibe. Xêra wê pozê min hinekî vebû, ji vêsê da ye bîna min hatiye ber min.
Yanî kanim bibêjim min zor anexweşiyê bir, êdî berbî başiyê diçim.

01 januari 2023

Her kurd dibê vê nivîsa Arif Qurbanî bixwîne !


Arif Qurbanî di vê roja pêşî ya sala nuh da, di vê nivîsa xwe da ji kurdan ra rastiyeke pir tahl gotiye, xebereke pir ne xweş daye kurdan.
Bi baweriya min her kurd dibê vê nivîsa Arif Qurbanî ya di Rûdawê da bixwîne û hin rastiyên başûr baş fêm bike.

Camêr bi kurtî gotiye hetanî PDK û YNK hebin yekîtiyeke netewî û Kurdistaneka serbixwe ji bîr bikin. Ji van partiyan yek jî pêşmergeyên xwe nakin leşkerên dewletê.

Dibê her kurd miheqeq vê nivîsa Arif qurbanî bixwîne û hêvîya xwe ji serxwebûna başûr qut bike.

Gelo 2023 ji bo me ewê ji 2022a baştir be ?

Îro roja pêşî ya sala 2023a ye. Ez hîn nexweş im. Ezê sibe zû herim ser tuxtor, belkî dermanekî baş bide min, min ji vî ezabî xelas bik.

Yanî ez kanim bibêjim 2023a ji bo min baş dest pê nekir. Hêvî dikim ji bo miletê me jî ne wiha be, ji sala 2022a baştir be.

Lê bi başî û xerabiyên wê ra me sala 2022a li dû xwe hîşt û em ketin saleka nuh, sala 2023a.

2022a ji bo hin kesan, hin miletan belkî saleka bi xêr û bereket bû, saleka baş bû.

Lê ji bo me kurdan sala 2022a heta tu bixwazî saleka xerab bû, saleka qebîh, mişt êş û trajediyên mezin bûn.