03 januari 2023

Kurdên sosyalîst

Weşanxaneya Nûbiharê li ser kurdên Sosyalîst yên Sovyetê  kitêbeke hêja çap kiriye.

Li ser berhemên kurdên Sovyetê yên edebî, tarîxî, zimên,
folklorîk gelek tiştan hatine nivîsîn. 

Hin jê wan bi xwe nivîsîne, hin tişt jî kesên din nivîsîne,
xebatên wan, berhemên wan dana naskirin.

Lê hetanî nuha li ser rewşa wan ya aborî, îdeolojîk, siyasî, sosyal, kulturî lêkolîneke akadamîk nehatiye kirin. Heger hatibe kirin min bi xwe nedîtiye.

Îsmet Konak wek akademîsyenekî di vê xebata xwe ya bi navê Sosyalîst Kurtler(Kurdên Sosyalîst 1917-1937) da li ser van mijajaran disekine. Kurdên sosyalîst di her warî da bi me dide naskirin.

Nivîskarê kitêbê lîsansa xwe ya bilind û doktora xwe li ser kurdên Sovyetê yên sosyalîst kiriye. Mijareka pir balkêş e, kesî hetanî nuha xebateka wiha nekiriye.

Bi çapkirina vê berhemê Nûbiharê karekî pir baş kiriye. Ez berpirsiyarên Nûbahiharê pîroz dikim.

Hêvî dikim di demeke kin da kurmaciya wê jî çap bikin. Kitêbeke li ser vê mijarê dibê bi kurmancî jî hebe.
Navê kitêbê:
Sosyalîst Kurdtler
1917-1937
Devrim, Înşa, Surgun(Şoreş, Înşa, Sirgûn)
Weşanxane: Nûbihar

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE