04 januari 2023

Bûme wek rêwîyekî nizanim diherim ku...

Berê her sibe dema ji xew radibûm karekî minê bikira, hedefeke min hebû. Minê bîranînên xwe, notên xwe yên rojane binivîsiya.

Lê bîranîn di dawiya salê da qediyan. Lema jî nuha sibehan dema ji xew radibim bêhedef im, kompîtorê vedikim nizanim ezê çi bikim, çi binivîsînim.

Bûme wek rêwîyekî ketime rê, lê nizanim diherim ku, berê min bi ku da ye.

Bêhedefî, bêprogramî nebaş e, di jiyanê dibê tim hedefeke meriv, xeyaleka meriv hebe.

Dema meriv nizanibe hedefa meriv çi ye, hênîya meriv ku der e, meriv dibe wek keştiyeke bêpûsûle, di nav deyayê da li dora xwe viz dibe.

Wiha nabe, dibê ez ji xwe ra karekî, mijûliyekê bibînim, sibehan dema ji xew rabim dest pê bikim. Lê ew jî ne rehet e, wextê digire, dibê li ser bifikirim.

Ji bo karê pir û mezin jî, ji bo yê hindik û sivik jî program lazim e, dibê meriv bizanibe çi li pêş meriv e. Dema meriv viya nizanibe meriv nikane bi pêş da here.

Ev 16 sal in blogeke min heye, min biryar daye her roj update bikim, yanî herî kêm nivîsekê tê da binivîsînim.

Min jiyana xwe li gorî vê eyar kiriye, herim ku, çi karê din di berra bikim bikim jî, bloga xwe bênivîs nahêlim, dibê wexta min ji bo nivîsekê hebe.

Lema jî ev 16 sal in min ev adet, ev prensîb xera nekiriye, bi îstîkrar domandiye. Sala çûnî min 890 nivîs tê da belav kirine. Salên din jî giş wiha ne. 
Yanî dibê meriv bêhedef nejî, tim xwedî armancekê be, karekî ji dest tê bike...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE