04 januari 2023

Li ser xebera mirina kekê Mehdî Zana


Vê sibê saet 08.00a çer min kompîtora xwe vekir, min dît gelek kesan xebera mirina kekê Mehdî Zana belav kirine, mesajên serxweşiyî belav kirine.

Serê sibê ya elah ya fetah ez ne li bende vê xebera reş bûm, ez pir xemgîn bûm.
Kekê Mehdî ne nexweş bû, min got qey dilê wî sekinîye…

Lê min tiştek nenivîsî, ez ketim xem û xeyalan, min sohbetên xwe yên pê ra û hedîtina xwe ya dawî anî ber çavên xwe. Min got bira hinekî bimîne, ezê dûra binivîsînim.

Piştî çend deqeyan min hew dît dibêjin mirina kekê Mehdî derew e, kekê Mehdî Sax e, em pê ra peyivîne.

Ez di ciyê xwe da tevizîm, pir hêrs bûm. Min fêm kir dîsa yekî qeşmerî kiriye.

Ev cara duduya ye hinek vê cilqiyê, vê bênamûsiyê dikin. Çend meh berê ji bo Beytocan jî eynî qeşmerî kirin. Bi îhtîmaleke mezin dîsa eynî kes e, eynî qeşmer e.

Meriv ne çeqel be, ne qeşmerekî bêşeref be henekeke wiha bi kalekî 82 salî nake, bi derewan xebera mirnina xelkê belav nake.

Heger bi meriv ra ûjdan hebe Mehdî Zana ne mêrê meriv henekê xwe pê bike.

Mehdî di demeke herî xerab da li hemberî dadgehên dagirkeran bi mêranî serî hildaye, henekê xwe bi dagirkeran û bi mahkimeyên wan kiriye, wêrekî û cesaret daye der û dora xwe, bûye pêşengekî mêraniyê, serîhildan.

Heger meriv ne bêesil û pîç be henekê xwe bi kalekî wiha nake.

Ez ji teknîka dîgîtal fêm nakim, lê rica min ji mihendiz û zanayên vê teknîkê dibê çavkaniya vê xebera rezîl derxînin, kê ev xeber belav kiriye dibê eşkere bibe, dibê milet bizanibe ev merivê rezîl, ev qeşmer kî ye?

Yê ev xeber belav kiriye ne dîn e, kûçik e, kûçiktî kiriye. Însan vî kûçikî nas bikin baş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE