05 januari 2023

Çûna meclîsa tirkan ji bîr bikin !

Li Tirkiyê bi emrê Mahkima Destûra Esasî dest dane ser alîkariya xezînê ya HDPê, hesabê partiyê jî bloqe kirine.

Ev biryara Mahikmeya Destûra Esasî tê maneya ewê HDPê bigrin.

Dibê kurd êdî qebûl bikin ev dewlet ne ya me ye, dewleta tirka ye.

Tirk naxwazin êdî kurdan di meclîsa xwe da bibînin. Dibê kurd jî vê rastiyê qebûl bikin û dev ji çûna meclîsa tirkan berdin û avakirina partiyên nuh berdin.

Êdî tu fêda wê meclîsê ji miletê me ra tune ye, dibê em li riyeke din bigerin. Mesela çûna meclîsa tirkan êdî ji bîr bikin.

XXX

Tu tişteke bi qasî bêdengiyê, newêrekiyê dîktatoran xurt nake.

Bêdengî, tirs zulmê kêm nake, zêde dike û umrê dîktatoran jî dirêj dike.

Li Tirkiyê tirs, bêdengî umrê rejîma Erdogan. Bahçelî dirêjtir dike. Lê tirk hîn jî newêrin dengê xwe bikin.

XXX

Merivê durû(sinsî)kesên herî talûke ne. Çimkî tu nizanî dost e ya dijmin e.

Tu xeraban, başan ji hev digerînî, li gorê wê hereket dikî. Lê tu nizanî merivê durû çi difikire, li pey çi ye?

Ji dil ne dost e, lê wek dostekî te yê dil dipeyive.

Ne merivekî baş e, lê wek yekî herî baş xwe nîşan dide.

Ne dost û dilxwazê te ye, lê bi derewa xwe wek dilxwazê te nîşan dide.

Ne hevalê te ye, dixwaze tu bilikume, lê xwe wek hevalê te nîşan dide.

Fêsad e, karê wî fêsadî û gelacî ye, lê xwe wek terefdarê rindiye, başiyê, sulhê nîşan dide. Çimkî durû ye, rîyakariyê dike.

Hevza xwe ji kesên wiha bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE