05 januari 2023

Berfê hawirdor xweş kiriye

Erê meşa di berfê da xweş e, lê em ji sermê şewitîn. Em 70 deqeyî li daristanê di nav berfê da meşiyan. Tiştê baş belediyê rê vedabûn, meş rehet bû.

Xweza pir xweş bûbû. Sipîbozî û biriqîna berfê çavê me qarixî dikir. Dibê meriv berçavka rengîn bide berçavê xwe.

Xanim ji hal da ket, xwe bi zor xwe gîhand malê. Ez jê xurttir bûm.

Piştî westanek wiha qahwe pir xweştir dibe. Me bi fîncanek qahwa tahl westa xwe girt.

XXX

Min digot qey zivistana me xatir ji me xwest û çû, lê texmîna min şaş bûye.
Ji do da ye berfeke şilope dibare, berfa hewşê davêjim navêjim dawî nayê, hew mêze dikim riya me dîsa hatiye girtin. Lê xebat baş e.

Berf xweş e, bîstek din ez û xanimê emê herin hinekî bimeşin û hewake paqij tenefus bikin.

 

XXX

Wê rojê ji telewîzyonekê yekî xwest bi min ra hevpeyvînekê bike. Min got heyran wele ez êdî beşdarî tu program mrograman nabim.

Piştî çend bûyeran min tobe kir. Xwedê di orta min û telewîzyonan da, dûro bi nûro.

 

XXX
Pir şerm û rûreşiyeke mezin e meriv bi navê sexte xelkê rexne bike.

Însanên bêşexsîyet newêrin bi navên xwe yên rastîn fikrên xwe bibêjin, bi navên sexte dev davêjin xelkê da.

Êrîşên bi navên sexte ne karê camêran e, karê merivên ajan e, ajan xwe vedişêrin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE