06 januari 2023

Fersendê nabîne derpê li xwe ke !

Evdirehîmê Helebî tu carî derpê li xwe nedikir, tim başewala bû, bi fîstanê xwe yê bi erdê ra dikişiya digeriya.

Rojên ba hebûya, bê li fîstanê wî yê sipî dixist, fîstan bi hewa diket, qûna wî derdiketin ortê, qopikê wî yê çilmisî li ba dibû.

Rojekê dema li çarşiyê digerîya ji nişka va ba û bahozek rabû, dîsa fîstanê wî bi hewa ket û her dera wî dîsa derket ortê.

Esnafên der û dorê aciz bûn, gotin êdî bes e ji derdê vî mêrikî, em naxwazin her roj terrik û gunê wî bibînin.

Çend esnaf bi hev ketin, çûn ba Qadiyê Helebê, lê gilî kirin.
Zabtîyan Evdirehîm girtin, birin mahkimê huzûra Qadiyê Helebê.
Qadî bi tespîtkirina nasnemeyê û rewşa wî ya medenî dest bi pirsên xwe kir.
-Navê te çi ye?
-Evdirehîm.
-Tu zewicî ye ya tu bêkar î?
-Ez zewicî me.
-Çend jinên te hene?
-Çar jinên min, çar jî carîyeyên min hene.
-Çend zarokên te hene?
-Ji jina ewilî şeş, ji jina duduya çar zarokên min hene. Ji jina sisiya jî xulamên te bin sê keçik û sê lawikên min hene.
-Yanî li ser hev 16 zarokên te hene?
- Na zêdetir in. Ji jina biçûk jî sê heb hene. Ji her carîyekê jî sisê hene.
-Yanî 31 zarokên te hene?
-Wele nuha hewqas in. Lê sê jinên min û du carîye jî bihalkî(hamîle) ne.
Maşela ! Yanî pênc zarokên din jî bi rê da ne !
-Erê, bi îzna Xwedê ewê 5 zarokên din li me zêde bibin. Lê xanim û cariye hîn ciwan in, bi îzna Xwedê Teala ewê çend hebên din jî çê bibin. Lê helbet emir ya Xwedê ye, her tişt di destê wî da ye.
Qadî matmayî mabû, îfade qedand, kûr û dûr fikirî, serê xwe xurand, riya xwe miz da, bi dengekî hêdî ji katib ra got:

-Binivîsîne, Evdirehîm Efendî wext û fersendê nabîne terpê li xwe ke, lema tim başewala ye. Ji ber wê jî berat…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE