03 januari 2023

Mala HEZKURDê hezar carî ava be

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) îsal jî xebatên xwe yên ji bo hilbijartina dersên kurdî didomîne.

350 kesên xwebeş li gelek bajarên Kurdistanê di nav xelkê da dixebitin, belavokan belav dikin, ji dê û bavan dixwazin zarokên wan di dibijstanên seretayî û navendî da desrsên kurmancî-zazakî hilbijêrin.

Xebateka hêjayî teqdîr û pesnê ye. Ji bo gelê xwe xebateka baş dikin. Dibê meriv vê xebatê berfirehtir bike.

Helbet bi dersên bijarte heftê 2 saetan kurdî xelas nabe, dibê kurdî jî wek tirkî bibe zimanê perwerdeyê. Lê îro bi dersên bijarte çend sed hezar zarok elîfbeya kurdî fêr bibin, herfên kurdî nas bikin, hinekî fêrî xwendina kurdî jî bibin baş e.

Meriv micadela xwe ya ji bo perwerdeyê didomîne, lê vê îmkana nuha heye jî bi kar tîne.

XXX

Em ne ji tarîxa xwe û serpêhatiyên xwe ibretê digrin, ne jî ji dijminên xwe dersê digrin.

Me carê ji hev ra gotiye na, çiqas sal û zeman derbas dibe, çi tofan û felaket tên serê me jî em ji "Na" ya xwe nayên xwarê, dijminatiya me ya bi hev ra ebedî ye, em tu carî li hev nayên.

Pêşiyên me ji ber vê şaşiya xwe, ji ber bêtifaqiya xwe biserneketin, man bindest.  

Bi vê siyaseta xwe em jî şaşiyên pêşiyên xwe dubare dikin. Û bi vê ra jî qeyd û merbendên bindestiyê saxlemtir dikin. Bêtifaqiya me dûzana dagirkeran xurttir û saxlemtir dike.

XXX

Meriv matmayî dimîne, şexsek, dînek, renteleyek, dîktatorekî psîkopat çawa kane welatekî wek Rûsyayê êsîr bigire, mecbûrî vê felaketa mezin bike?

Meclîsek, artêşek, bi hezaran alim, tarîxnas, siyasetmedar, general çawa nikanin vî dînê berradayî bisekinînin, çawa kanin şerekî wiha qebûl bikin, welatekî wêran bikin û bi hezaran însanan bidin kuştin?

Aqilê meriv mriv nagire!

Qey ji Hîtler ders û ibret negirtine.

XXX

Maxim Rûbîn di Rûdawê da bi konsulê Rûsyayê yê Kurdistana Federe ra li ser êrîşên Tirkiyê ser Kurdistana Rojava hevpeyvînek kiriye. Sernivîsa hevpeyvînê wiha ye:

”Bê guman, em bi ti awayî pêşwaziyê li bombebaranên Îran û Tirkiyê nakin.”

Yanî çi ?

We ji vê sernivîsê çi fêm kir?

Maneya ”pêşwazîyê” pêrgîkirin e, çûna pêşiya yekî. Yanî meriv dihere pêşwaziya mîvanê xwe, gava yek ji derekê tê meriv dihere pêrgiyê, yanî pêşwaziyê lê dike.

Tirkiye Kurdistana Rojava bombebaran dike û Rpsya Jî ”Pêşwaziyê” lê nake ?

Min bi xwe tu tiştek ji vê sernivîsê fêm nekir. Rûdawê maneya wê jî binivîsîye baştir bû.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE