02 januari 2023

Min vê carê jî zora nexweşiyê bir

 


*Ez bawer dikim bi vê aletê min zora bînçikandinê bir, êdî ji nexweşiyê berbî başiyê ve diherim.
Îro ezê biçûma ser tuxtor lê neçûm. Vêsê min bala xwe dayê ez hinekî baş bûme, kanim bîna xwe ji pozê xwe(ji bîvila xwe) bigirim, kuxuk jî new ek do, kêm bûye.

Ev çend roj in ez bi pompeyekê pozê xwe dişom, fêda wê pir çê bû. Hinek ava bi xwê diximê û serê wê dixim firnikek xwe û avê şirinxeyî pozê xwe dikim. Av ji firnika din tê xwar, poz paqij dibe. Xêra wê pozê min hinekî vebû, ji vêsê da ye bîna min hatiye ber min.
Yanî kanim bibêjim min zor anexweşiyê bir, êdî berbî başiyê diçim.


*Hiş nemaye. Her cara ez û xanim diherin dimeşin, ez telefona xwe li ser refika solan ji bîr dikim.
Ez dibêjim piştî min sola xwe kir pê û qapûtê xwe li xwe kir, ezê têkim bêrîka xwe, lê ji bîr dikim û diherim.
Piştî em medekê ji malê dûr dikevin ez li bêrîka xwe dipelim, dibînim min ji bîr kiriye. Îro jî, do jî eynî tişt bû. Sal him piştê qulûz dike, him jî hiş kêm dike. Bêhişî jî însên bîrok dike. Lê di dawiya umrir da hewqas qusûr jî normal e.


*Di Twîtterê da ez rastî vî fotografî hatim. Kesê belav kiriye gotiye vira Hewlêr e.

Yanî ev fotograf şeva serê salê li Hewlêrê hatiye girtin. 12 kesên di fotograf da bêyî ruyê xwe veşêrin îşareta faşîstên tirk dikin. Yanî dibêjin em faşîstên tirk û neyarên kurdan in.

Heger li Hewlêrê faşîstên tirk biwêribin viya bikin wê demê Hewlêr bûye hêlîna faşîstên tirk.

Heger fotomontaj e dibê berpirsiyar tiştekî bibêjin. Heger rast e û tirk in dibê tavilê ji Kurdistanê werin dexistin.

Ez hêvî dikim esayîşa pûlisên Hewlêrê tiştekî bibêje.

Yekî gotiye em ferz bikin esayişê ew girtin, wan jî gotin em endamên MHPê ne. MHP jî li Tirkiyê partiyeke legal û şirîka hukûmetê ye.
Ma asayîş kane çi bike?

Kanin wan dersînor bikin. Ewê qiyamet ranebe, Tirkiye ew êrîşî Hewlêrê neke. Dibê meriv tiştên wiha normalîze neke. Xwe biqeherîne, dijminê xwe bitirsîne. Tirkan bi vî hawî em êsîr girtine, kurdên başûr li Tirkiyê newêrin bibêjin em kurd in, dibêjin em ereb in.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE