01 januari 2023

Her kurd dibê vê nivîsa Arif Qurbanî bixwîne !


Arif Qurbanî di vê roja pêşî ya sala nuh da, di vê nivîsa xwe da ji kurdan ra rastiyeke pir tahl gotiye, xebereke pir ne xweş daye kurdan.
Bi baweriya min her kurd dibê vê nivîsa Arif Qurbanî ya di Rûdawê da bixwîne û hin rastiyên başûr baş fêm bike.

Camêr bi kurtî gotiye hetanî PDK û YNK hebin yekîtiyeke netewî û Kurdistaneka serbixwe ji bîr bikin. Ji van partiyan yek jî pêşmergeyên xwe nakin leşkerên dewletê.

Dibê her kurd miheqeq vê nivîsa Arif qurbanî bixwîne û hêvîya xwe ji serxwebûna başûr qut bike.


Arif Qurbanî, li ser yekkirina pêşmergeyên PDKê û YNKê rastiyeke kes newêre bibêje, ya jî naxwaze bibêje gotiye.

Yek, camêr gotiye heger em ne li gorî hestên kurdperweriyê, bi çavekî objektîf li meselê binêrin emê bigihîjin wê rastiya tahl, pêşmergeyên PDK û YNK ne mimkûn e bibin hêzek û bibin leşkerê dewletê.

Ji bo yekkirina hêzên pêşmergeyan  ya dibê PDK û YNK bibn partiyek, yan jî yek ji van her du partiyan bi tevayî li holê nemîne.

Pêşmergeyên hene yên YNK û PDKê ne. Ne PDK, ne jî YNK ewê tu carî dev ji hêza xwe bernede. Lema jî hetanî ev herdu partî hebin ev hêzên çekdar jî ewê hebin.

Arif Qurbanî dibêje Amerîkayê û hevpeymaniyan ev rastî fêm nekirine, lema jî tim ji PDKê û YNKê yekîtiya pêşmergeyan dixwazin. Ji bo yekê jî alîkariya wan dikin, beşekî meaşê pêşmergeyan didin. Lê ew alîkarî PDKê û YNKê xurttir dike.

Bi kurtî di nivîsê da kurdan çima yekîtiya xwe çênakin, çima pêşmergeyên xwe nakin leşkerê dewletê û bersîva gelek pirsên din yek bi yek hene.

Di nivîsê Arif Qurbanî eşkere dibêje, hetanî malbata Barzanî û Talabanî xwediyên van hêzên aborî, siyasî û leşkerî bin ne yekîtiya kurdan çêdibe, ne kurdan azad dibin û ne jî Kurdistan çê dibe.
Çimkî serokên van  herdu partîyan jî berjewendiyên xwe, kursiyên xwe di ser çêbûna Kurdistanê ra dibînin. Ji bo jî naxwazin dev ji vê sîstemê berdin û bibin partiyên ên bê hêzên çekdar.

Tiştê Arif Qurbanî nuha dibêjeserê salan e ez dibêjim. Tu, min taqîb dikî, tu viya baş zanî.

Kesên di 30 salî da yekîtiyeke netewî çênekin, bi sedhezaran peşmergeyên partiyên wan hebin nêta wan ne paqij e, ne li pey avabûna dewleteke kurd in.

Yê Kurdistanê bixwaze berî her tiştî artêşa Kurdistanê çêdike. Kesê ji dêlî vê va artêşa xwe çêke ew naxwaze kurd azad bibin û Kurdistan çê bibe.

 

XXX

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?
Arif Qurbanî

2023-0101
Rûdaw

Ev demek e di medyayê de pir behsa wê yekê tê kirin ku Amerîka û hevpeymanan gelek fişar anîne ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her du partiyên desthilatdar ên Kurdistanê (PDK û YNK) ji bo di yekkirina hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de bilezînin. Tê gotin, zext û guvaşên wan gihane asta gefa rawestandina alîkarî û hevkariyên ku pêşkêşî Pêşmergeyan dikin û dev ji piştevanîkirina wan berdin heger di siberojeke nêzîk de nebin yek.

Bê guman xwesteke piraniya gelê Kurdistanê jî ew e ku Herêma Kurdistanê xwediya hêzeke çekdar a tenê be ku ne hêza partiyên siyasî, lê hêza gelê Kurdistanê be. Lewma jî ev gef û guvaşên Amerîka û welatên Ewropayê bi dilê gelê Kurdistanê ne.

Lê heger em dûrî hest û sozdariyên kurdî û bi çavekê rastbîn tevgera kurdî ya çekdar li Başûrê Kurdistanê binirxînin, em ê bigihin rastiyeke tal ku ev her du hêzên ku niha hene bi tu hawî ne pêkan e bibin hêzeke tenê, ji ber ku di koka xwe de wek hêzên hizbî dirust bûne û perwerde û eqîdeya wan a leşkerî eqîdeyeke hizbî ye. Lewra bi tenê di rewşekê de pêkan e ku ev her du hêz bibin hêzek ku yan PDK û YNKê bibin partiyek yan jî yek ji van her du partiyan bi tevayî li holê nemîne.

Pêkan e tevaya hêzan bi Wezareta Pêşmergeyan ve bên girêdan. Her wisa pêkan e ku di çend lîwayên hevbeş de jî bên tevîhevkirin. Lê ev ne hevgirtina Pêşmergeyan, belê tevîhevkirina wan e. Berê jî çend hewldanên bi vî rengî hebûn û tew çend lîwayên hevbeş ên Pêşmergeyan hatin dirustkirin jî, lê dema şert û merc û rewşek dirust bû û derza navbera PDK û YNKê mezin kir, ew lîwayên hevbeş jî ku bi dirêjahiya salan hatibûn dirustkirin, di çend demjimêran de hilweşiyan. Du mînakên şênber hene: Sala 1994 û sala 2017.

Piştî dirustkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 1992 de, hewldaneke zêde ji bo dirustkirina artêşa Kurdistanê hat kirin. Piştî du salan gava bingeha şerê navxwe dirust bû, di hûrdemekê de tevna rêsayî vegeriya hirî û ew hemû serkirdatî û yekîneyên hevbeş ku li nav Pêşmergeyan hatibûn dirustkirin hilweşiyan û daberizîn canê hev.

Piştî salên gelek û li jêr guvaşeke zêde ya navxweyî û dostên biyanî jî, careke din piştî yekgirtina îdareyên Hewlêr û Silêmaniyê di çarçoveya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, dest bi dirustkirina lîwayên hevbeş û wergirtina tedbîrên yekkirina van her du hêzan hat kirin, demeke zêde û îmkanên zêde li ser hatin xerckirin, lê di bûyerên 16ê cotmehê de hemû têk çû.

Sedem jî pir zelal û eşkere ye: Ji ber ku ev hêza ku heye hêza Pêşmergeyên PDK û YNKê ye. Tu partiyek ji van her du partiyan jî dê dev ji hêza xwe bernede. Lewma heta ev her du partî bimînin, dê ev her du hêzên çekdar jî bimînin. Li jêr her navekê û bi her şêwazekê bên tevîhevkirin, bi tenê yekkirineke zahirî ye. Ji dil û hundir ve ew ne yek in û nabin yek jî. Lewma her hewldanek ji bo yekkirina wan bê kirin, bê encam dimîne. Hêza yekgirtî tê dirustkirin, lê ji du hêzên cuda nayê dirustkirin.

Amerîka û hevpeymanên wê ji ketwara vê hêzê fêm nekirine. Lewra bi berdewamî wê daxwazê ji PDK û YNKê dikin ku nabe du hêzên we yên Pêşmerge hebin û divê bibe hêzeke tenê. Her hewl û alîkariyeke ku ji bo vê armancê kirin bi rêyeke çewt kirin û ne tenê nebû bingeha hêzeke Kurdistanî ya hevgirtî, lêbelê bû alîkar ji bo xurtkirin û mezinkirina hêzên partîzanî.

Niha jî rêyên tevlîbûna nav refên hêzên Pêşmerge di liq û şaxên PDK û YNKê de derbas dibin. Kesekê ne girêdayî van her du partiyan be, ne berê karîbû bibe Pêşmerge û ne jî niha dikare. Heta ev şêwaz jî berdewam be axiftina li ser dirustkirina hêzeke nehizbî, rengek ji xeyalê ye. Gelek sal in Amerîka û hevpeyman di aliyê leşkerî de hevkarî û alîkariya Kurdistanê dikin, tew beşekê ji mûçeya hêzên Pêşmerge jî peyda dikin.

Her ew hevkarî û alîkarîya wan bes bû heger bi rêyeke rast li dirustkirina hêzeke fermî bihata hizirîn, ku dûrî destê partiyan be, lê Amerîka û welatên Ewropayê jî nedan ser rêya rast û av xistin aşê xurtbûna hêzên PDK û YNKê.

Wan dikarîbû mercê wan alîkarî û hevkariyan bi dirustkirina hêzekê ve girê bidin ku rêya damezrandina wê di deriyê komîte û navçeyan re derbas nebe, lê ev yek nekirin. Lewra çaverêkirî ye jî ku guvaş û daxwazên wan ji bo dirustkirina hêzeke niştimanî ya yekgirtî, tu encamekê wan a dilxweşker nebe.

Tew hindek kes wan hevkarî û alîkariyên Amerîka û hevpeymanan ji bo hêzên Pêşmerge, ne tenê wek çavkaniya xurtbûna hêzeke niştimanî nabînin, lê bi nêrîna wan rêyek ji bo mezintirbûna metirsiyan e. Çunke berê ev her du hêz çend caran rûbirûyî hev bûne û şerê xwe bi xwe kirine. Hertim metirsiya jinûve pevketinna wan jî egereke çaverêkirî ye. Lewra çiqasî bêhtir bên biçekkirin û şiyana wan a leşkerî zêdetir bibe, metirsî jî zêdetir dibin.

Pir tê gotin ku (ev berpirsiyariyeke neteweyî û niştimanî ye û divê serkirdeyên van her du partiyan berjewendiyên gelê Kurdistanê deynin pêş berjewendiyên partiyên xwe, divê dev ji wê xwesteka hizbî berdin û hêzan ji gîyanê hizbîtî paqij bikin û bikin hêzeke niştimanî ya Kurdistanî ku girêdana wan bi tenê ji bo Kurdistanê be). Ev bi tenê gotinên baş in, lê ne realîst in. Çunke di bîr û baweriya wan de realîteyeke hizbî li ser wan serdesttir e bêhtir ji bîr û baweriya niştimanî.

Hevkêşe pir zelal e. Heger tu bixwazî ku hêzek hebe yan bê dirustkirin ku girêdana wê ya partîzanî nebe, divê ji hin kesan pêk were ku girêdana wan a hizbî nebe. Lê hêza ku vêga heye li ser bingeha endamtî û girêdana bi PDK û YNKê ve ava bûye.

Karekê ne pêkan e tu kesekê wek Pêşmerge werbigirî bi mercê ku divê endam û alîgirê PDK yan YNKê be û tu bendewariya wê yekê jî jê bikî ku girêdana wî bi partiya wî ve nebe. Tu kesê bêalî nikare bibe Pêşmerge. Endamê tu partiyeke din nikare bibe Pêşmerge, ji bilî ku divê endamê PDK yan YNKê be. Gelo ne xeyal e tu li benda wê yekê bimînî ku ew hêz bibe hêzeke nehizbî.

Lewma heke xemek ji bo dirustkirina hêzeke çekdar li Kurdistanê heye ku li derveyî vîna hizbî be, yan heke Amerîka û hevpeyman dixwazin hêzeke nehizbî li Kurdistanê hebe, divê dev ji wê yekê bê berdan ku ev her du hêzên hene bêne yekkirin. Eva niha wek du destên mirovekê ne ku bi tu neştergeriyekê nabin destek.

Lewma berevajî vê yekê, rêya rast ew e ku ev hêz hino hino werin hilweşandin û malnişînkirin. Divê realîteya dirustkirina hêzê veguhere şêwazeke leşkerî ya bi zorê yan jî bi dilxwazî, bi şertê ku bi wekhevî derfet li pêşber ciwanan bê vekirin da tev li nav refên vê hêzê bibin dûrî girêdanên hizbî. Dûrî vê rêyê karekê ne pêkan û ne mumkin e tu li benda wê yekê bimînî ku Kurdistan bibe xwedî hêzeke çekdar a hevgirtî û nehizbî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE