Li tehtîlê ji hevalan fêrî tiştekî nuh bûm. Hetanî nuha min nizanîbû meriv kane ji telefona xwe dûr dirêj li muzîkê guhdarî bike, min ew app danexistibû. Zêde bala min nekişandibû, lema jî hetanî vî umrî min qet meraq nekiribû.
Li tahtîlê bi xêra Faris Medenî Marsîl, bala min kişand û ez fêrî wê bûm. Camêr bêyî muzîk
nedima, tim telefonî wî li ser masê bû û wer li muzîka kurdî gudarî dikir. Tesîr li min jî bû, min ji xwe ra got wele dibê ez jî vê zewqê bijîm.
Li mal gava ez vala dimam min ji kompîtora xwe li muzîkê gudarî dikir. Lê ne
ji telefonê, ji kompîtorê, ya jî ji kasêtan...